Mamosteyê kurdî: Berpirsiyariya mezin dikeve ser milê malbatan

img

AMED - Mamosteyê zimanê kurdî Ferhat Ertaş, destnîşan kir ku kurdî dê bi têkoşînê ewleyiyeke qanûnî wergire. Her wiha Ertaş, ji bo axaftina bi kurdî jî anî ziman ku barê mezin dikeve ser milê malbatan. 

Ji 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî re çend roj man. 15'ê Gulanê roja weşana kovara Hawarê ku di sala 1932'yan de bi pêşengiya Celadet Alî Bedirxan dest bi weşana xwe kiriye, ji sala 2006'an ve wekî Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. 
 
Bi boneya vê rojê em bi mamosteyê Kurdî yê Akademiya Ma Muzîkê Ferhat Ertaş re axivîn. 
 
Ertaş, di axaftina xwe de bal kişand ser zext û zoriyên li ser ziman û li dijî van zextan tiştên divê bên kirin. 
 
BAR DIKEVE SER MILÊ MALBATAN 
 
Ertaş, destnîşan kir ku ji bo kurdî ewleyiyeke qanûnî bi dest bixe û bibe zimanê perwerdehiyê têkoşîn divê û ji bo vê gere her kes li ber polîtîkayên asîmlasiyonê rabe. Ertaş got: "Gava hûn li nav malê mêze dikin, hûn dibînin axaftin bi zimanekî din e. Lewma zarok bi kurdî fêm nakin. Pirî caran nizanin em bi kurdî jî diaxifin. Lewma di xebatên ji bo kurdî de berpirsiyariya mezin dikeve ser milê malbatan. Gava em li malê bi kurdî neaxivin, dê zimanê kurdî bi talûkeya tunebûnê re rû bi rû bimîne." 
 
EWLEYIYA QANÛNΠ
 
Ertaş, bilêv kir ku li dijî polîtîkayên asîmlasiyonê gelek derdor pêşniyaran dikin, lê belê di warê pêkanînê de kêmasî hene. Ertaş got: "Pêşî divê em xwe û zimanê xwe nas bikin. Bi dû re danasîna zimanê xwe. Ziman, heq e û ev yek di peymanên navneteweyî de heye. Yek ji mafên di Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan de cih digire jî, mafê ziman e. Tirkiyeyê jî îmzeya xwe daniye bin vê peymanê. Lê belê di pratîkê de guh li vê danezanê nake. Divê kurd nehêlin zimanê wan bimire û ji bo ziman ewleyiyeke qanûnî bi dest bixin. Ji dêvla parastina zimanê xwe, em li bendê ne kesên zimanê me asîmle dikin zimanê me biparêzin. A rast parastina zimanê me, girêdayî me ye." 
 
ZEXTÊN LI SER KURDΠ
 
Ertaş ku got "Serdest hewl didin derbarê kurdî de tiştekî jî nehêlin" got: "Li Tirkiyeyê bi milyonan kurd hene, lê li saziyên fermî derbarê kurdî de tiştek jî tune ye. Piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê gelek ereb hatin Tirkiyeyê. Bi hatina wan re em leqayî tabelayên erebî hatin. Helbet em ne li dijî vê ne, lê li vî welatî bi milyonan kurd hene. Em li dijî vê nehesibandinê ne." 
 
Ertaş, bal kişand ser tabelayên kurdî yên gund, navçe û bajaran ku tên rakirin û got: "Li her derî polîtîkaya asîmlasiyonê dikin. Dixwazin te bidin jibîrkirin. Di her hilbijartinê de meseleya ziman tê nîqaşkirin, lê piştî hilbijartinê tiştek nayê kirin. Hê jî li Meclîsê zimanê kurdî wekî 'zimanê nayê zanîn' tê tomarkirin." 
 
TÊKOŞÎN 
 
Ertaş bang kir ku xwedî li mîrateya mezinên xwe derkevin û bi vî awayî bitêkoşin û got: "Divê em li her qadê, li her derî xwedî li zimanê xwe derkevin û bitêkoşin." 
 
MA / Ergîn Çaglar - Cengîz Ozbasar