Li Mûşê mala ermeniyan li dijî TOKÎ'yê li ber xwe dide!

img

MÛŞ - Şaredariya Mûşê û TOKÎ'yê di bi navê "veguherandina bajêr" de avahî xera kiribûn. Ji ber vê li Mûşê niha tenê avahiyek aydê ermeniyan maye. Şêniyê vê malê Ercan Çete, diyar kir ku ji bo xêniyê wî neyê xerakirin nobedê digire. 

Di sala 1915'an de bi sed hezaran ermenî hatibûn qirkirin û bi sed hezaran ermenî jî ji bêgavî koç kiribûn. Ji bajarên ku qirkirinê lê çêbûbû yek jê jî Mûş bû. Piştî qirkirinê li bajêr tenê avahiyên aydê ermeniyan mabûn. Lê belê her çû ev avahî jî hedef hatin girtin. Herî dawî di sala 2011'an de bi biryara Meclîsa Şaredariya Mûşê, plana TOKÎ'yê hatibû qebûlkirin. Bi vê planê re malên ermeniyan ên mayî jî hatibûn xerakirin. Li bajêr li Taxa Kaleyê di bin navê "veguherandina bajêr" de gelek avahiyên dîrokî yên ermeniyan hatibûn xerakirin û li şûna wan avahiyên TOKÎ'yê hatibûn çêkirin. 
 
Şaredarê wê demê Necmettîn Dede gotibû: "Ma ê çî avahiyên ji kevir û axê hatine çêkirin bên tescîlkirin?" Piştî vê rûxandinê, li bajêr niha tenê avahiyek aydê ermeniyan maye. Çendî ku rayedarên TOKÎ'yê çav berdabûn vê avahiê jî, lê belê Ercan Çete (47) ku li vê malê çêbûye û mezin b»ye, li ber xwe daye û nehiştiye xaniyê wî bê xerakirin. 
 
Çete, anî ziman ku ji ber ku xaniyê wî xaniyekî dîrokî ye, nehiştiye bê xerakirin. Çete, bilêv kir ku TOKÎ'yê ji dêvla Deşta Mûşê, li ser xaniyên ermeniyan avahî çêkirin. Çete, diyar kir ku mezinên wî ev xênî kirine û paşê stendine û got: "Ji ber ku avahiyeke dîrokî ye, li ber biryara rûxandinê rabûm. Kes li ber TOKÎ'yê li ber xwe neda. Ji me re gotin, 'rahêlin qerpalên xwe û biçin.' Lê me qebûl nekir." 
 
Çete, destnîşan kir ku di têkoşîna li dijî rûxandinê de bi tenê hatiye hiştin û dengê wî nehatiye bihîstin. Çete, diyar kir ku paşê avahiya xwe wekî avahiyeke dîrokî tescîl kiriye. Çete, anî ziman ku pitî tescîl kiriye, TOKÎ cardin hewl daye avahiya wî xera bike û got: "Ji bo ez dev jê berdim çi ji destê wan hat kirin. Ji ber vê nikaribûm biçim kar jî. Şaredarî ji aliyekî, TOKÎ ji aliyekî ve dişidandin. Loxerê xera kirin. Bi salan çênekirin. Şaredariyê îdia dikir ku ne karê wan e û çênedikir." 
 
‘NOBEDê DIGIRIM' 
 
Çete, destnîşan kir ku çendî ku xanyê wî tescîlkirî bû jî, lê belê li ser erseyeke biheciz hatiye nîşandan û ji ber vê restorekirina xênî bi derengî hatiye xistin. Çete, anî ziman ku guherandina tapoya xêniyekî dîrokî sûc e û got: "Li cem malê parka TOKÎ'yê çêkirin. Min got, 'wiha nekin', lê kirin. Bi biryara dadgehê park hat xerakirin. Ne tenê ez, divê Midûriyeta Çand û Turîzmê jî xwedî li vê avahiyê derkeve. Ev der cihekî dîrokî ye. Êdî naxebitim, ji lew re dixwazim xwedî li vê dîrokê derkevim. Nobedê digirim." 
 
MA / Dîndar Karataş