Dema mirov dibêje bîr, du tişt tên bîra mirovan. Yek bîra avê û yek jî bîr ango hişê mirovan. Rast e ev bîr her du ne jî. Belgefîlma “Bîr” a ku qala çîroka 7 windayên li Kerborana Mêrdînê û berxwedana malbatên windayan dike cara ewil e li Tirkiyeyê hat pêşandan. “Bîr” serpêhatiya windayan bi zelalî dibêje. Malbatên ji bo dîtina cenazeyên xwe têdikoşin wiha dibêjin: “Dewletê goştê me xwar, em hestiyan dixwazin.”
Pergala Modernîteya Kapîtalîst di heft salên dawî de ket navA şerekî kûr da ku xwe ji nûve ava bike û dizayn bike. Tê zanîn ku navenda vê Rojhilata Navîn e. Lê ne tenê li Rojhilata Navîn tevahî pergala Modernîteya Kapîtalîst di pêvajoyeke xwe nûkirinê re derbas dibe. Navendek din a li kêleka Rojhilata Navîn di guhertinên mezin de derbas dibe Rojhilatê Asya ye. Yanî Çîn, Kore û Hîndîstan e.
Tirkiye heta 15'ê cotmehê dem da komên çekdar ku ji Idlibê vekişin. Ji dema hat diyar kirin re 48 saetên dawî man. Tê diyar kirin ku 200 kesên asta jor ên vekişandina ji Idlîbe red kirin hatin kuştin. Serokê AKP'ê û Serokomar Erdogan jî piştî planên wan pêk nehatin ji bo rojevê biguhere Minbicê dike rojev.
Serokomarên Tirkiye, Rûsya û Îran diyar kirin ku ji bo pirsgirêka Idlibê çareser bikin li Tahranê kom bûne, lê hat diyar kirin ku di hevdîtinan de ji Idlibê wêdetir kurdên li Îran, Tirkiye û Iraqê avivîne. Balkêş e piştî civîna 3 aliyan Îranê li Koyê, Tirkiye li Qandîlê û Sûriye jî li Qamîşlo xist.
Li Idlibê ya dengê şer lê bilind dibe, her kes ketine pey hesap û berjewendiyên xwe û hespê xwe ji bo xwe dibezînin. DYA, Fransa, Almanya, Rûsya, Tirkiye, Îran ku berjewendiyên xwe diparêzin, QSD û Rejîm ji bo paqijkirina Idlib û Efrînê bazariyê dikin.
Li Bexda û herêma başurê Kurdistanê ji ber şerê kursiya desthiladariyê pirsgirêkên civakê tên piştguhkirin. Ji ber ku ligel hemû pirsgirêkên siyasî, civakî û aborî gel çareseriyê di koçberiya welatên derve de dibîne. Hêzên desthiladar ku vê yekê weke firsend dibînin bi taybetî di heremên ku kurd lê pirin û koçber dibin, dest bi polîtîkaya “Kembera Ereb” a di dema Partiya BAAS a Seddam Huseyîn de dihat meşandin hat kirin.
Di mijara Idlibê de ku di demên dawî de welatekî weke Çînê ku heta niha di mijara Sûriyê de navê wê derbas nedibû, ew jî bi daxuyaniyekê xwest tevlî bibe. Nîqaş, alozî, nakokî û pêvçûn her diçe geş dibin û ewqas jî tevlîhev dibin. Ev rewş jî bi xwe re nirxandina “Li Idlibê destê kî di berîka kê de ye” derdikeve pêş. Bi daxuyaniya balyozê Çînî ku daxwaza tevlîbûna operasyona Idlibê dike, ji bo vê jî şîroveyên wiha tên kirin: "Jixwe tu kêm bûyî."
Heke daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump ‘Welatê bi Îranê re bazirganiyê bike dê nikaribe bi Amerîkayê re bike’ pêk were dê Tirkiye jê bi bandor bibe. Di navbera Tirkiye û Îranê de bi qasî 11 milyon dolarî bazirganî tê kirin û Îran di mijara gaza sirûştê de diyarker e.
Piştî Serokomarî derbasî pergala nû ya hikûmetê bû, kabîneya serdema nû û kesên di kabîneyê de cih digirin bi merasimekê diyar bû. Hem di axaftinên di merasimê de û hem jî bi navê kesên di kabîneyê de cih digirin peyamên girîng didin. Ev nav nîşan didin ku Erdogan ji bo pergala xwe temam bike, karê xwe bêtir hişk bigire dest.
Li Amedê bi sed hezaran kes herikî mitînga HDP’ê ya li Qada Stasyonê û bêdengiya xwe xera kir. Gel hêrs û helwesta xwe ya li dijî polîtîkaya şer a 3 salan danî holê û bersiv da gotinên “Pirgirêka kurd tune ye” ya Erdogan.
Niqaşên têkildarî êrîşa li dijî Sûriye ku di 13'ê Nîsanê de pêk hat berdewam dike. Gelek siyasetmedar û rewşenbir diyar dikin ku ev êrîş ji bo ku Tirkiye eniya xwe diyar bike ji Tirkiye re bû hişyarî. Êrîşa li dijî Sûriye teza "Em li gel DYA û hêzên Rojavayê cîhanê biryar didin. Me li Efrînê hêzên Rojavahî tê birin" jî pûç kir.
Heyeta Îmraliyê herî dawî di 5’ê Nîsana 2015’an de bi Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan re hevdîtin kir. Bidawîbûna hevdîtinan, qedandina pêvajoya çareseriyê li Tirkiyeyê veguherî şikestinekê û 3 sal in li Tirkiyeyê felaket diqewimin. Tecrîda li Îmraliyê berbelavî tevahiya welat bûye.
Efrîna ku ji hewa û bejahiyê ve du mehan hat bombebarankirin, ji bo zêde sivîl nemirin hat valakirin. Lê belê ev çend roj e çapemeniya AKP'ê manşetên wekî "Reviyan" çê dikin. Îtirafkariya ku ev manşet di xwe de dihebînin li hêlekê, lê belê eger rastiya vê yekê zanibin wê ji fediya nikaribin serê xwe rabikin.
Tirkiye ku bi feraseta "Osmaniya Nû" hemû hêza NATO daye pişta xwe û êrîşî Efrînê dike, 57 rojin bi tang û topan Efrînê bombe dike. Gelê Efrînê jî 57 rojin li dijî êrîşên TSK û OSO liberxwe dide. Lê paytextê Împaratoriya Roma Stenbol li dijî êrîşê Osmanlî 53 rojan li ber xwe da û ket.