ÎSÎG: di meha îlonê de 152 karker jiyana xwe ji dest dan
- aborî-ked
- 13:20 03/10/2024
Li gorî rapora ÎSÎG’ê di meha îlonê de 152 karker jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî rapora ÎSÎG’ê di meha îlonê de 152 karker jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî ENAG’ê enflasyon di meha îlonê de ji sedî 5,34 zêde bû û enflasyona salane jî bûye ji sedî 88,63. Li gorî TUÎK’ê jî enflasyona mehane ji sedî 2,79 zêde bûye û enflasyona salane jî daketiye ji sedî 49,38’ê.
Çalakiya ku kedkarên cemaweriyê bi daxwaza ‘di bacê de edalet’ dane destpêkirin di hefteya 30’emîn de li gelek bajaran berdewam kir.
Li PTT’ê tevî karê zêde, kêm kes tên xebitandin. Şaxa HABER-SEN’ê ya Amedê bertek nîşanî vê yekê da û diyar kir ku divê kesên nû bigirin kar.
Şaxa SES’ê ya Amedê, li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê tundiya li ser kedkarên tenduristiyê protesto kir û destnîşan kir ku berpirsiyar Wezîrê Tenduristiyê ye.
Endamên Komeleya Ekolojiyê ku li Amedê “Bazara Pevguhertin û Piştevaniyê” ya pere lê derbas nabe ava kirin, wiha gotin: “Em gelek tiştan ne bi mezaxtinê lê bi piştevanî û parvekirinê dikarin zêdetir bikin.”
Sewalkarên Wanê diyar kirin ku ji ber zêdebûna lêçûnan di rewşeke xerab de ne û gotin: “Em bifiroşin jî xwedî jî bikin her zirarê dikin.”
Endamên Şaxa Petrol-Îş’ê ya Êlihê li dijî krîz û zeman daxuyanî da û wiha got: “Yên kedê didin û zehmetiyên dikişînin em in. Em dixwazin di nava mercên însanî de bijîn.”
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ya di çarçoveya “Hevdîtinên Nan û Edaletê” de li Edeneyê bi karkerên çandiniyê re hate gelhev, anî ziman ku pirsgirêkên ku karker dijîn guhdarkirine û dê van bibin rojeva Meclisê.
Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû, ji bo mitînga mezin a karkeran ku dê di 25’ê îlonê de li Qada Saraçhaneyê bê kirin banga tevlibûnê kir.
Kemal Kose yê endamê Sendîkaya Tekgida-Îşê diyar kir ku ji ber endamtiya sendîkayê Fabrîqeya Polenez Gidayê 146 hevalên wan ji kar derxistiye û got ku ji bo boykotkirina hilberînên fabrîqeyê dê li 81 bajaran banga hevpar bikin.
4 karkerên li Somayê li ber deriyê Madenvaniya Fernasê li ber xwe didin û Serokê Maden-Îş’ê ya Serbixwe Gokay Çakir hatin binçavkirin.
Di roja 23’yemîn a çalakiyê de polîsan êrişî karkerên Şîrketa Anonîm a Înşaetê ya Fernasê kirin û gelek karker hatin binçavkirin.
Li bajarê Wanê hêdî hêdî hewa germ xatirên xwe dixwaze û hewa sar dibe. Bi nêzîkbûna hewa sar re Sûka Sobevanan a li Wanê jî bi liv û tevger bû.
Tora Piştevaniya bi Penaberan re ji bo Vezîr Mohammed Nourtani banga tevlibûna dozê kir.