Berxwedana karkeran encam da
- aborî-ked
- 12:15 15/10/2017
Karkerên di Şaredariya Avcilarê de dixebitîn, ji ber ku heqdestê wan nedidan, di çalakiyê de bûn û berxwedana wan encam da.
Karkerên di Şaredariya Avcilarê de dixebitîn, ji ber ku heqdestê wan nedidan, di çalakiyê de bûn û berxwedana wan encam da.
Karkerên ji ber sendîkayî ne ji kar hatin avêtin û karkerên bi KHK'ê ji kar hatin avêtin, bi rojan e li çar aliyên Stenbolê di grevê de ne û dixwazin vegerin karê xwe. Karkeran gotinên serokwezîr ên wekî "Ji sendîkabûnê netirsin" jî bi bîr xist û got ku "Serokwezîr ne samîmî ye."
Parlementera CHP'ê yê Manîsayê Tur Yildiz Bîçer, diyar kir kur cotkarên tirî mecbûr mane tiriyên xwe di biniya maliyetê de bifiroşin. Bîçer dest nîşan kir ku di piyaseyê de ne cotkar spekulator buhayan diyar dikin.
Çotkar û hilberînerên tûtinê yên Semsûrê li dijî pêşnumaya der barê qedexekirina tûtina pêçanê de nerazîbûnên xwe anîn ziman. Çotkarên tûtinê xwestin ku Serokomar Erdogan û serokwezîr Yildirim çixareyên TEKEL'ê ji qedexe bikin.
Desthilatdariya li Tirkiyeyê ji bo kirîna çekên nû û vebûna butçeyê bigire Bernameya Biqewl a Navîn aşkera kir. Aborînas Ozgur Muftuoglu bal kişand ser plana desthilatdariyê û ev tişt got: "Dewlet xerçkirinên şer û amadekariyên wê bi giştî bi veşarî dikin, naxwazin civak şerê wan bibîne. Lê îro civak ji şer re tê amadekirin."
Mehmet Mat ku li Pirsûsê tirşa hinaran amade dike, anî ziman ku ew bi zor û heft bela tirşa hinaran bi dest dixin. Mat, destnîşan kir ku tirşa bi kêrî tenduristiya mirov tê wek tişteke “luks” tê dîtin û nayê mezaxtin.
Ji ber krîza aborî ya heyî esnaf deriyên dikanên xwe digirin. Welatî jî ji ber ku nikarin alavan bikirin, bi gazincin. Emîne Orhan, diyar kir ku bi 100 lîreyan torbeyek tije nabe û ew perîşan in.
Wezareta Çandinî û Sewalvaniyê bi hinceta “ewlehiyê” firotina gubre qedexe kiribû. Ji ber vê yekê, cotkarên ku çewênder (silq/pincara şekir) danîn, tu berdarî ji berên xwe wernegirtin û niha ketine tatêla sala bê. Cotkaran balê kişand ser maliyetê û wiha bertek nîşan dan: “Hikûmetê bi enflasoyonê pişta me şikand.”
Alîgirê Doç. Selim Çakmakli, rewşa aborî ya Tirkiyeyê nirxand û pêşniyariyeke wiha kir: “Çînên ku hilberînê kontrol dikin, siyasete jî kontrol dikin. Jehrkujiya vê rewşa antidemokratîk kooperatîfên karkeran e.”
Qeymeqamtiya Bazîdê, ji bo Deriyê Sînor ê Gurbûlakê “kota”yek diyar kir. Ji ber vê sepandina kotayê niha bi sedan esnaf li ber îflasê ne.
Ji ber krîza vîzeyê ya di navberaTirkiye û DYA’yê de bi derbekê re Dolar firiya. Ji ber vê zêdebûnê esnafên komirê pir xisirîn. Esnafan wiha got: “Krîza di serdema Bulent Ecevit de hat bîra me.”
Parlamenterê HDP'ê yê Semsûrê Behçet Yildirim, bal kişand ser zagona ku firotina tûtina pêçanê qedexe bike û wiha got: "Ger ku li Semsûrê firotina tûtinê xelas bibe dê Semsûr jî xelas bibe. Tûtin ji bo Semsûrê mesrefa lênûsk û pênûsa dibistanê ye."
Karkerên pêlavên çerm ên Îzmirê ku dest ji kar berdane, tevî hemû gefan diyar kirin ku dê çalakiya wan berdewam bike.
Berteka ewil a li dijî rageşiya vîze ya DYE ji TUSÎAD’ê hat. Serokê Konseya Îstîşareya Bilind Tucay Ozîlhan got: “Rageşiya bi DYE’yê re xetereyê dide. Divê têkilî asayî bibin.”
Piştî DYE'yê vîze ji bo Tirkiye asteng kir, Dolar û Eruo rabûn. Piştî demek dirêj Dolar bûn 3,75 û Euro jî bû 4,40.