KESK: Têkoşîna me dê bidome
- aborî-ked
- 14:51 31/3/2018
Endamên KESK’ê, ji bo hevalên wan ên hatin îxraç kirin, paşve vegerin karê xwe û OHAL bê rakirin, banga têkoşîna hevpar kirin.
Endamên KESK’ê, ji bo hevalên wan ên hatin îxraç kirin, paşve vegerin karê xwe û OHAL bê rakirin, banga têkoşîna hevpar kirin.
Îthalatkirina goşt, fiyetên goşt danexist. Cotkar û sewalvanên colemêrgî diyar kirin ku tekane çareserî destekkirina sewalvanan û rakirina qedexeya li ser zozana ye.
Fîrmaya Yapi&Yapi Înşaetê, li karkeran kurd e-mailên kurdî qedexe kir. Şîrketê peyama “axaftinên bi zimanên cuda hemû personelan bêzar dikin" şand. Karker Y.E., diyar kir li qada înşaetê ya 500 karker lê dixebitin, ji sedî 80'yê karkeran kurd in. Y.E., got: "Tu kes nikare zimanê min qexe bike. Ez dê li dozgeriyê gilî bikim."
Li gorî daneyên îstatîstika bazirganiya derve ya TÛÎK'ê ya meha Sibatê, bazirganiya derve ya Tirkiye ji sedî 54 zêde bûye. Bazirganiya Tirkiye ya derve gihiştiye 5 milyar û 761 milyon dolaran. Ev jî nişan dide ku Tirkiye di bazirganiyê de êdî bi welatê derve girêdayî ye.
Seroka Şaxa sendîkaya Genel Îş'ê ya Amedê Zeynep Demîr, diyar kir ku di serdema îktîdara AKP'ê de cînayetên kar 7 qat zêde bûne. Demîr, anî ziman ku ev yek bi guhertina zagonan û karê hemaliyê zêde bû.
Prof. Dr. Ahmet Şahînoz, der barê qeyrana aboriya Tirkiye de diyar kir ku di bingeha qrîza aborî ya Tirkiye de qîmeta tl ya li hemberî pereyê biyanî ye û wiha got: "Îro Tirkiye 440 milyar dolar deyndarê welatên derve ye. Ev deyn li ser Tirkiye zextên zêde çê dike. Surrek bayê li derve, li nava Tirkiye bahozê radike."
Platforma Şaxên KESK’ê yên Stenbolê bi armanca piştgiriya dayîna xwendekarên Zanîn Bagazîçî ya ji aliyê Serokomar ve hedef hat nîşandan, daxuyanî da û got: “Dixwazin saziyên bi rûmet yên welat fetih bikin. Tişta hat serê Bogaziçî jî eve.”
Bûhaya benzînê dîsa zêde bû. Şevê din dîza zema 12 kuruş lê zêde bû û buhayê wê 6 TL derbas kir. Benzîn beriya 6 rojan 15 kuruş zem hatibû ser.
Aborîzan Aydin Ari, diyar kir ku li Tirkiyeyê pirsgirêkên strukturel (binyadî) ên welat ber bi krîzên 1994 û 2001’ê de dibin hene. Ari bi lêv kir ku wê bi tesîreke siyasî yan jî aborî krîz veguhere tiştekî berdewamiyî. Ari destnîşan kir ku eger krîz çê bibe wê betalî bêtir bibe, heqedest kêmtir bibin û fiyet zêde bibin.
Endamên KESK’ê li ber avahiya Serokwezîriyê ya li Konakê li hev kom bûn û xwestin hevalên wan bi KHK’yan ji kar hatine îxrackirin paş ve bigirin kar.
Ji bo karkerên demsalî yên ji Rihayê berê xwe didin Manîsayê saleke zor û zehmet dest pê dike. Karkerên ku ji bo xebatê warê terk dikin û di konan de dijîn, rojê 50 lîreyî werdigirin. Daxwaza karkeran ew e ku şert û mercên xebatê bên başkirin.
Aborîzan Selîm Çakmakli notên Moody’sê û rewşa aboriyê ya Tirkiyeyêê nirxand. Çakmakli diyar kir ku dema gotina “reforma strukturel” bê bihîstin “Wê çaxê divê hûn hay ji qewlikê xwe hebin, çimkî wê hundurê wî vala bikin.”
Serokê Şaxa Dev Turîzm Îş’ê ya Antalyayê Mûstafa Safvet Yahyaoglû, anî ziman ku ji ber polîtîkayên şerî turîzm têk çûye. Yayhyaoglû diyar kir ku sala çûyîn turîzmê bi ketineke ji sedî 80’yî sezon derbas kiriye û got: “Turîst nayên welatekî ne ewle û aram.”
Hikûmetê daxuyand ku piştî Sirbîstanê vê carê ew ê goşt ji Rûsyayê îthal bikin. Sewalvanên li Wanê bertek nîşanî van daxuyaniyan dan. Sewalvanan destnîşan kir ku hikûmet dixwaze heta hilbijartinê goşt îthal bike, lê belê ev îthalata goşt bi tu awayî bi kêrî wan nayê.
Karkera demsalî Yildiz Bozkoyun a ku rojê 12 saet li nav zeviyê bexdenûz, roqa, tûzik û pîvazê hêşîn berhev dike û got: “20 sal e ez li zeviyan dixebitim. Ne siberoja me di bin mîsogeriyê de ye û ne jî danehevek me heye. Tenê em roja xwe xelas dikin.”