Fitch, puanên 4 bankeyên tirk daxistin
- aborî-ked
- 21:04 11/9/2018
Saziya derecekirina krediyê ya navnetewî Fîtch, puanên Anadolubank, Fibabanka, Şekerbank û Odeabankê daxistin.
Saziya derecekirina krediyê ya navnetewî Fîtch, puanên Anadolubank, Fibabanka, Şekerbank û Odeabankê daxistin.
Li gorî hejmara mezinbûyînê ya TUÎK ragihand, aborî di çeyreka duyemîn de ji sedî 5.2 mezin bû. Lê sektora çandiniyê jî ji sedî 1.2 teng bû.
Bihabûna dovîzê bandora xwe li ser kelûpelên kirtasiyeyê jî dike. Topa kaxizê A4 ku par 10 lîre bû îsal bihayê wê bûye 22 lîre.
Li navçeya Bornova ya Îzmirê karkerên Sî yên li Sîteya Işikkentê bi perçeyan kar dikin, ji ber krîza dolaran rojên dijwar derbas dikin. Karkeren ku bê sîgorta û di şertên xerab de dixebitin, diyar kirin ku tayê dirûnê ji 8 tl bûye 14 tl û êdî nikarin dikanên xwe bixebitînin û neçar dimînin ku dikanan kîlît bikin.
Her ku zem zêde dibin bertekên welatiyan jî zêde dibin. Şêniyên Fatîhê bilêv kirin ku êdî ew bûne muhtacê nanê tisî û gotin: "Gotin dê Tirkiye baştir bibe. Me jî fêm kir û ji ber dengê xwe da. Lê her tişt xirabtir bû. Ji ber min deng daye polî poşman im."
Li Rihayê dema palehiya fisteqan dest pê kir. Cotkaran diyar kir ku dahata wan têra lêçûnên wan nake.
Fîrmaya Demîryol Înşaat ku li herêmê karê îhaleya gelek rêyên bejayî daye ser milê xwe, ji ber midûriyeta rêyên bejayî pere neda wan, karê rê di nêvî de hişt û herî kêm 400 karker ji kar dûr xist.
Li Kolikê esnafan diyar kir ku sedema krîza aborî polîtîkayên şerî ne û gotin berê ku wan sala çûyîn bi 15 lîreyan dikirî, niha bûye 35 lîre. Esnafan destnîşan kir ku ji bo krîz bê çareserkirin pêdivî bi aştiyê heye.
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di parêznameya xwe de bal dikişîne ser têkiliya pêkhatin û qedandina krîzên aborî û wiha kapîtalîzê rexne dike: "Di dîrokê de tişta ku tu şerî û felaketên xwezayî neaniye serê civaka mirovan kapîtalîzmê bi awayê aboriyê aniye serê civaka mirovan."
Sîteya Matbaayê ya li Topkapiyê jî nesîbê xwe ji krîza aborî girt. Îthalatvanê kaxezan Bîral Aydin, diyar kir ku ji ber pêldariya kûrên dowîzî mirov diqilqilin û ji ber vê ew mecbûr mane ku firotina bi wade rawestînin.
DTSO, DTBO, DESOB û DÎSÎAD xwestin li Amedê ji nû ve seferên balafiran ji bo Herêma Kurdistana Federe û Bakurê Qibirsê dest pê bikin.
TUÎK'ê daneyên meha Tebaxê aşkere kir. Li gorî daneyên TUÎK'ê enflasyon di tebaxê de ji sedî 2.3 zêde bû. Enflasyona salê ji sedî 15.85'an derket ji sedî 17.90'an.
Li Merterê mexazeyên tomerîfiroş êdî ji ber zêdebûna dowîzan nikarin tu karî bikin. Xwediyên mexazeyan gotin: "Ji sibehê heta êvarî li vira rûdinêm. Bêyî ku heqê mesrefên xwe derxim diçim malê. Pêşeroj nebaş dixuyê, rojên xirab li benda me ne."
Rêveberiya ÎTO û SES'ê yên Stenbolê bal kişandin ser pirsgirêka xizmetkarên tenduristiyê yên fakulte û nexweşxaneyan û diyar kirin ku 3 mehin mûçeyên wan nedane wan. Nûneran xwest bi lez mûçeyên kedkaran bidin wan.
Serokê Şaxa Jimara 1’an a BES’ê ya Stenbolê Dursun Dogan ê bi KHK’ê hat îxrackirin diyar kir ku ji ber zemên her pêk tên ên hatine îxrackirin nikarin debara xwe bikin û got: “Berpirsên krîzê ne em in. Lê berdêla wê em radizînin.”