• img

    Enflasyon di 15 salên dawî de derket asta herî jor

    Li gorî daneyên TUÎK'ê yên cotmehê enflasyon ji sedî 25,24 zêde bû û ji 2003'an heta niha di nava 15 salên dawî de derket asta herî jor.

  • img

    Seroka ÎTO Dr. Saîp: Zagon nabe bersîv

    Seroka ÎTO Dr. Pinar Saip, bal kişand zer pêşnûmeya ku li meclîsê tê niqaşkirin û wiha got: "Pêşnûmeya Qanûnê ya Di Tenduristiyê de Tundî" ku wekî "Pêşnûmeya Qanûna Tundiyê ya Nû" anîn pêşberî me, tu daxwaz û pirsgirêkan çareser nake. Ji ber vê yekê tu wateya vê pêşnûmeyê tune ye.

  • img

    Bijişkên Êlihê bertek nîşanî qanûna torbeya tenduristiyê dan

    Odeya Bijişkên Êlihê û Şaxa SES’ê a Êlihê derbarê “qanûna tundiya di tenduristiyê de” daxuyaniyek hevpar dan û gotin: “Desthilatdar hewl dide bi qanûna tundiya di tenduristiyê de” raya giştî bixapîne. Ji bo ku pêşnûme neyê qebûl kirin, emê li her derê xwe bi rêxistin bikin.”

  • img

    Aşê ard ên Mêrdînê ketin tora bankayan

    Li Mêrdînê, bi hinceta "ji bo îstikrara fiyetan" îxracata ard hat rawestandin û ji ber vê jî li aşên ard fiyetê ard nêvî nêvî daket. Hilberîneran anî ziman ku ji ber vê cotkar jî dixisrin û ji ber nebûna pereyê pêşin ketine tora bankeyan.

  • img

    Êdî holdîng ji keda karkerên penaber dixwin!

    Rojanemava Ercument Akdenîz, destnîşan kir ku karkerên sûriyeyî yên bi heqedesteke kêm tên xebitandin, berê sermayeya biçûk navîn ji pişta wan dixwar, lê belê niha jî rasterast holdîng ji pişta wan dixwin. Her wiha Akdenîz, li hemberî vê rewşê sekna sendîkayên karkeran jî rexne kir.

  • img

    Êdî sewalvan nikarin êm û kayê jî bikirin

    Esnafên Kooperatîfa Temîn û Belavkirinê ya Êm û Kayê ya Gola Wanê, diyar kirin ku êdî tu xêr di karê wan de nemaye û hindik maye top bavêjin.

  • img

    Kesên teqawidbûyî nikarin debara xwe bikin

    Serokê Şaxa Emeklî Sen a Mêrsînê Adil Aleybeyoglû, bertek nîşanî neçareserkirina pirsgirika temenê teqawidbûyînê da û xwest mafên wan bên îadekirinç Kamîl Morê teqawidbûyî jî, bal kişand ser debarkirinê û got, di nav deynan de mane.

  • img

    SES: Pêşnûya Qanûna Torbe ya AKP’ê dê tundiyê asteng neke

    Serokê Giştî yê SES’ê Îbrahîm Kara, diyar kir ku Pêşnûmeya Qanûna Torbe ya Tenduristiyê ya AKP’ê pêşkêşî Meclîsê kir dê tundiyê asteng neke û got: “Me carek din dît ku AKP li şûna tundiya di tenduristiyê de asteng bike, tenê qîma xwe bi girtin û cezakirinan tîne.”

  • img

    Xwediyê fîrmaya taşeronê jî tev li çalakiya karkeran bû

    Karkerên, ji ber heqê wan nayê dayîn 37 roj in li ber înşeata lê dixebitîn çalakiyê li dar dixin. Xwediyê fîrmaya taşeronê jî tev li çalakiyê bû.

  • img

    KESK: Aboriya Tirkiyeyê berkendal e

    KESK’ê bernameya xwe li dijî krîza aborî aşkere kir û got dê li dijî krîza aborî li gelek deveran mitîngan li dar bixe.

  • img

    Komîsyonvan: Berhem dê bêtir zem bibin

    Komisyonên Hala Mêrsînê diyar kirin ku ji ber Enflasyon zêde dibe, lêçûna rençberan zêde bûye malên ku ji rençberan dikirin bûha dikirin û neçar dimînin ku buha bifroşin. Komîsyonvanan da zanîn ku di demsala pêş de dê buhayê zebze û team bêtir zêde bibe.

  • img

    Fabrîkayên veguherînê jî yeko yeko top davêjin

    Fabrîkayê veguherînê, ji ber krîza aborî tên girtin. Li Edeneyê Ramazan Alkanê ku karê veguherînê dike got: "Li Dîlokê 10 fabrîke hatin girtin." Alî Ozberk jî destnîşan kir ku, pêdiviya wan bi desteka dewletê heye.

  • img

    Di 5 mehan de hat ber îflasê

    Zinar Duymak ê li Cizîrê hostatiya boyax û gêçê dike, dikana berî 5 mehan vekir, ji ber krîza aborî hatiye ber girtinê. Duymak, diyar kir ku hezar çarî pîşman bûye ku dikan vekiriye.

  • img

    Jiyana gundiyên ser sînor di nava zoriyê de ye

    Gundiyên li ser sînorê Herêma Kurdistana Federe bazirganiyê dikin, ji ber qedexeyên du salan ên li herêmê, êdî nikarin debara xwe bikin. Gundiyên gundê Mînyanîş a Çelê, diyar kirin ku ligel hemû tiştan jî nexwazin gundên xwe terk bikin û bi rêbaza zibarê hewl didin debara xwe bikin.”

  • img

    Di salvegera KHK’ya hejmara 675’an de: Em ê çongê netewînin

    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê di salvegera KHK’ya hejmara 675’an a ku bi hezaran kedkar îxrac bûn û bi dehan saziyên çapemeniyê hatin girtin de vê peyamê da: “Em ê çongê netewînin.”

LÊGERÎN