Li sîteya pîşesaziyê ya Mêrsînê di 6 mehan de 25 esnaf top avêtin
- aborî-ked
- 09:21 25/6/2019
Serokê Sîteya Pîşesaziya Tirmilê ya Mêrsînê Îlhan Çokgun, diyar kir ku di şeş mehên ewil ên salê de nêzî 25 esnafên sîteyê top avêtine û got: "Per bi mirovan re nemaye. Ji ber krîzê mirov nikarin wesayîtên xwe jî tamîr bikin. Esnaf ketine heyra kelandina quşxaneya xwe ye êvarî."
