Ji HDK’ê peyama 1’ê Gulanê: Em bibin yek wê ev pergal hilweşe
- aborî-ked
- 14:35 29/4/2020
Meclîsa Kedê ya HDK’ê ji bo 1’ê Gulanê peyamek belav kir û got: “Em her kes bibin yek wê ev pergal hilweşe û em ê jiyana nû ava bikin.”
Meclîsa Kedê ya HDK’ê ji bo 1’ê Gulanê peyamek belav kir û got: “Em her kes bibin yek wê ev pergal hilweşe û em ê jiyana nû ava bikin.”
Karkerên li şantiyeyeke înşeatê ya li navçeya Rêya Armûşê dişixulin, piraniya wan bêmaske dişixulin. Karkeran, diyar kir ku ji ber şewbê barê wan girantir bûye û gotin, maskeyên wan di bêrîka wan de ne, lê belê ji ber ku dibe sedema xwêdanê nikarin bi kar bînin.
Şaredariya Qersê, piştî şewba coronayê ji bo piştgiriya hilberîna xwecihî zend û bend badane. Şaredarî, di vê çarçoveyê de pêşî piştgiriya ji bo heywanên koxan û tuxum dike û ji bo hilberînerên hemû navçeyan daxilî nav vê yekê bibin dest bi xebatên xwe yên kooperatîfbûyînê kiriye.
Odeya Avahîsazan a Amedê, diyar kir ku ji bo karkerên înşaetê tu tedbîr nayên girtin û xwest ji bo ewlehiya civakê û bajar xebata şantiyeyan bê rawestandin.
Xebatkarên tenduristiyê yên astengdar û nexweşînên kronîk tevî divê ku “li destûra îdarî” bin jî hatine xebitandin. Derket holê ku xebatkar mirin e. Rêveberiyên nexweşxaneyan giştînameyê tune dihesibînin û jiyana xebatkaran hem jî ya nexweşan dixin bin talûkeyê.
Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê bernameya cejna karkeran 1’ê Gulanê aşkere kir.
DÎSK-AR’ê rapora vîrûsa corona aşkere kir. Li gorî raporê testa 535 endamên DÎSK'ê posîtif derketiye û 60 hez hezar endamên wan ketine bin bandora şewbê.
Şaxa ÎMO’yê, diyar kir ku di pêvajoya qarantînayê de lêkirina avahiyên qaçax zêde bûye û bang li saziyên cemaweriyê kir ku pêşî avakirina avahiyên qaçax bigirin.
Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk rapora têkildarî şewba koronayê eşkere kir û got: “Rêxistinên pîşeyî yên tenduristiyê daxilî pêvajoyê nayên kirin. Raya giştî bi awayek zelal nayê agahdarkirin.”
Aborînas Hayrî Kozanoglû, diyar kir ku ji ber vîrûsa koronayê biçûkbûneke micid a aborî û xîzanî li pêşiya Tirkiyeyê ye û qala bergiriyên ku ji bo welatî bi xesara herî biçûk ji pêvajoyê derkevin kir.
Karkerên ku ji karên xwe hatine derxistin û ji bo vegera karê xwe têdikoşin, têkildarî 1’ê Gulanê ku ji ber vîrûsa koronayê dê îsal li kargeh û malan bê pîrozkirin, ev pêşniyar kirin: “Ketina malan ne rast e. Bi pêkanîna parastina mesafeya fizîkî jî pîrozbahî dikarin bên kirin. Herkes dikare li şaneşîna xwe pankarta xwe daleqîne û sîrûdên xwe bixwînin.”
Serokên sendîkayan ku ji bo 1'ê Gulana îsal axivîn diyar kirin ku daxwaza "di dema xebatê de em naxwazin bimirin" daxwaza hevpar a hemû karkera ye û ji bo "yekîtî û piştevaniyê" bang li konfederasyonan kirin.
Nezîr Kaya ku li Bismilê debara xwe bi sewalvaniyê dike, anî ziman ku ji ber vîrûsê mirov di mal de dimînin û ji ber vê bêhna xwezayê derketiye û heywan bêtir zikê xwe têr dikin.
Ji 1'ê Gulanê, Roja Kedkarên Cîlanê re 5 roj ban. Îsal ji ber vîrûsa corona dê piştî 130 salan yekem car Roja Kedkarên Cîhanê ku ji aliyê Duyemîn Enternasyonal ve di sala 1890’an de wekî roja yekîtî, têkoşîn û piştevaniya karkeran îlan kiribû, qadên bi sed hezaran karker lê kom dibûn vala derbas bibe.
Li dijî bandora şewbê ya li ser aboriyê li dinyayê bi trîlyonan dolar tê belavkirin, li Tirkiyê jî krîza dovîzê pêk tê. Aborînasan diyar kir ku rêveberiya otoriter a Tirkiyê dibe sedema krîza dovîzê.