Karkerên 2 mehin meaşê wan nadin dest ji kar berdan
- aborî-ked
- 10:47 13/11/2020
Karkerên înşaetê yên taşeron ên di şantiya Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Goztepe dixebitin û ev 2 mehin meaşê wan nayê dayîn, dest ji kar berdan.
Karkerên înşaetê yên taşeron ên di şantiya Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Goztepe dixebitin û ev 2 mehin meaşê wan nayê dayîn, dest ji kar berdan.
Li navçeya Ebexê, sewalkarên ku xwestin sewalê xwe derbasî hin navçeyên din bikin û ji aliyê leşkeran ve tên astengkirin, sewalên xwe li navenda navçeyê gerandin û astengiya leşkeran şermezar kirin.
DÎSK’ê têkildarî hin xalên teklîfa qanûnê ku ji Meclîsê paş de hatin vekişandin daxuyanî da û got: “Têkoşîna ji bo çîna karkeran didome.”
Karkerê bi navê Remzî Tûrhan ku li înşaata navendeke danûstandinê dixebitî, di valahiya derencê de ket û jiyana xwe ji dest da.
Ozge Kamîloglû, anî ziman ku ji bo mirov bi rihetî zexîreyên ewledar peyda bikin Kooperatîfa Piştevaniyê ya Rûyê Erdê ava kirine û got: "Armanca wan ew e ku herkes karibe bi erzanî zexîreyên ewledar peyda bike."
Karkerên tersaneyê ku anîn ziman ku bêyî tevdîr bên girtin tên xebitandin û ji bo sedema negirtina tevdîran jî gotin: "Li ber çavê patronan em ne tu titş in. Ji bo wan a muhîm qezenckirin e."
Aborîzan Ahmet Şahînoz, diyar kir ku heger şewb biqede jî dê di warê aborî de bandora wê demeke dirêj dewam bike û got, heya bidawîbûna pandemiyê rawestandina deynan ne çare ye û dibe ku ev krîz sedema destpêkirina pêvajoyeke krîza bankeyan.
Patronê Tekstîla Ozakê bi hinceta "kar tune ye" 25 karkerên endamên DÎSK'ê ji kar derxistibûn, lê di ser Îş-Kûrê re 60 kes xistin kar.
Kûafor û berberên ku bandoreke mezin ji krîza aborî girtine, anîn ziman ku ji ber ku derfetine wan ên din tune ne ji mecbûrî dixebitin.
Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû, daxwaz kir ku pêşniyarqanûna torbe ku li meclisê hevdîtinên li serê didomin bê vekişandin û ev tişt got: “Ev xeta me ya sor e. Em ê rê nedin ku qanûn li meclisê bê derbaskirin.”
Piştî dinya sarbû, karkerên ku di qada şikandin û bêjinkirina komirê de dixebitin jî dest bi amadekirin û barkirina komirê kirin. Karkerên ku di nav şert û mercên giran de dixebitin gotin: "Em ji ber toza komirê nikarin nefesê bistînin. Lê ji ber ku em debara xwe bi vî karî dikin, mecbûr in bixebitin."
Konferasyonên karkeran TURK-ÎŞ, HAK-ÎŞ û DÎSK, derbarê qanûna torbe de ku dê bê rojeva meclisê daxuyaniyeke hevpar dan û daxwaz kirin ku pêşniyarqanûna ku dê mafên tezmînat û kidemê ji holê rake paşde bê vekişandin.
Li navçeya Erdîşê silqokê îsal jî kêfa cotkaran neanî. Piştî bendava li Geliyê Zîlanê hat kesîdekirin heqê avê ji cotkaran hat stendin û silqoka ku tona wê bi 380 TL'yî ye jî ji ber kotaya ji sedî 5 ji bo cotkaran bûye cihê meseleyeke mezin.
Li Dersimê Hatûn Guder, li gel keda xwe ya li nav malê berhemên ku hildiberîne jî li ser dezgeha xwe ya biçûk difiroşe. Guder got: "Jina hilberîner, hîn bihêztir e."
Aborîzan Ozgur Muftuoglû, teklîfa budçeyê wekî "pêşnûmayeke ku şer esas digire" nirxand û got wê ev teklîf bibe sedem ku welatiyên ku bertek nîşanî Erdogan dan û gotin "Nikarim nan bibim mala xwe" zêde bibin.