‘Heta mafê karkeran neyê dayîn aramî pêş nakeve'
- aborî-ked
- 10:02 30/4/2021
Karker û kedkaran, diyar kirin ku li Tirkiyeyê yek ji pirsgirêka sereke binpêkirina mafên karkeran e û gotin: "Heta mafê kedkar û karkeran neyê dayîn aramî nayê vî welatî."
Karker û kedkaran, diyar kirin ku li Tirkiyeyê yek ji pirsgirêka sereke binpêkirina mafên karkeran e û gotin: "Heta mafê kedkar û karkeran neyê dayîn aramî nayê vî welatî."
Wê Tirkiye ji 29’ê nîsanê heta 17’ê gulanê derbasî pêvajoya xwe mal de girtinê bibe. Esnafên Cizîrê bertek nîşanî vê biryarê dan û gotin: "Em ê di van 17 rojan de çi bixwîn?"
Hêzên ked û demokrasiyê xwestin derbarê 1’ê Gulanê de daxuyanî bidin, lê rastî mudaxileya polîsan hatin.
Karkerên li pîşesaziyê di bin şertên giran de dexebitin destnîşan kirin ku ew ji ber şewbê û krîza aborî heqê keda xwe nastînin û gotin: “Em bi nanoziko dixebitin.”
Karkerên bi sepanên kêfî û Kod-29’ê ji kar hatine avêtin, diyar kirin ku ew ê berxwedana xwe veguhezînin 1’ê Gulanê û xwestin Kod-29 were betalkirin.
Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû diyar kir ku 1’ê Gulana çîna karkeran di pandemiyê de bi pirsgirêkên kûr dibin re rûbirû maye û banga mezinkirina têkoşînê li karker û kedkaran kir.
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, ji bo 1’ê Gulanê ya sibê li Qada Deriyê Çiyê bê pîrozkirin, banga tevlîbûnê kir.
Li gundê Hirik a girêdayî Wêranşarê, ekîbên DEPSAŞ’ê bi eskeran re ceyrana cotkaran birîn.
Berdevkê Serdemê yê KESK’a Antalyayê Nûrettîn Sonmez, diyar kir ku rexmî her tiştî jî ji bo li dijî sermayeyê yekitiyê derxin holê di 1’ê Gulanê de dê li qadan bin û bi coşeke mezin pîrozbahiyan pêk bînin.
Şêniyên Wanê diyar kirin ku bi destpêkirina ji binî ve qedexekirinê wê bêkar bimînin û wê nikaribin debara xwe bikin û wê xelk birçî bimîne.
Bernameya 1’ê Gulanê ku dê îsal ji aliyê DîSK, KESK, TTB û TMMOB’ê ve bi dûrişmeya “Her roj 1’ê Gulanê, her der 1’ê Gulanê” bê pîrozkirin, diyar bû.
IMF’ê, aşkera kir ku li gorî dahata neteweyî ya welatan Tirkiye yek ji 3 welatên ku herî kêm piştgiriyê dide welatiyên xwe ye.
Latîf Abî 58 salî ye. Gundê wan hatiye valakirin û koçî navenda Wanê kiriye. Debara xwe bi berhevkirina kartonan dike û tevî gelek zehmitiyan jî neçare bixebite û nan bibe nav zarokên xwe.
Odeyên pîşeyî û sendîkayan ên Wanê, diyarkirin ku e wê 1’ê Gulanê di 30’ê nîsanê de pîroz bikin û banga tevlîbûnê kirin.
Karkerên ku li cihê lê dixebitin daxuyanî dan, bi gotina: “Ji bo her kesî kar, pêşerojek bi ewle û ji bo şertên xebatên yên weke mirovan di 1’ê Gulanê de li qadan bin” bertek nîşanî qedexeyan dan.