30 hezar esnafên Mêrsînê dikanên xwe girtine

img

MÊRSÎN - Serokê Komeleya Esnafên Çarşiyê ya Mêrsînê Bekîr Algullu, anî ziman ku di dema şewbê de li bajêr 30 hezar esnafî dikanên xwe girtine û got, qedexeyan pişta esnafên biçûk ên piştgiriya wan nehat kirin şikandiye. 

 
Li gorî daneyên Odeya Esnafan a Mêrsînê, di dema pêvajoya şewba vîrûsa coronayê (Covîd-19) de li bajêr 30 hezar esnafî dikanên xwe girtine. Serokê Komeleya Esnafên Çarşiyê ya Mêrsînê Bekîr Algullû, anî ziman ku divê piştgiriya esnafên biçûk bê kirin. Algullu, diyar kir ku qedexeyên der barê şewbê de karê esnafan zehmetir kiriye û got, qedexeyên dawî yên ji bo Cejna Remezanê esnaf bêtir mexdûr kirine û got, qet nebe divê her kes di hefteya cejnê de esnafên biçûk tercîh bike. 
 
Algullu, anî ziman ku tevdîrên tên girtin helbet ji bo tenduristiyê baş in, lê belê di warê aborî de jî barê esnafan girantir dike. Algullu, destnîşan kir ku qedexeya beriya cejnê esnafên biçûk mexdûr kiriye û got, esnaf ji bo beriya cejnê bi taybetî jî ji bo êvara cejnê zêde kar bikin zêde ber kirîne, lê belê qedexe hatiye ragihandin. Algullu got: "Erefeyên cejnê ji bo esnafan pir girîng in. Bi alvêra wê rojê bar esnafan hinekî sivik dibe. Lê belê piştî qedexe hat îlankirin ev jî çû. Çimkî mirov dizanin wê çar rojan di mal de bimînin, loma wê alvêrê nekin. Mesela wê mirov ji bo çi pêlavan, kincan bikirin, wê derneyên derve. Esnafên ber kirîne jî dibêjin 'Îjar em ê çawa heqê van beran bidin?'" 
 
Algullu, diyar kir ku di pêvajoya pandemiyê de dewletê tenê kredî daye esnafan û got: "Lê hê jî me kredî negirtine. Pêdiviya me esnafan bi bêhnvstendinê heye. Em tevdîrên ji bo şewbê tên girtin fêm dikin, lê pêdiviya esnafan jî bi jiyanê heye. divê haya wan ji esnafan jî hebe. Hê jî esnaf heqê kirê, heqê fatûreyên av û ceryanê didin. Şaredariyê kirê taloq kirin, lê divê di van şert û mercan de kirê neyê stendin. Mirov bi zorê zikê xwe têr dikin. Di dema vê şewbê de nêzî 30 hezar esnafî dikanên xwe girtiye. Her diçe ev hejmar zêdetir dibe. Ev agahî agahiyên Odeya Esnafan a Mêrsînê ne. Esnaf êdî nikarin heqê kiriyên xwe bidin, ji mecbûrî dikanên xwe digirin." 
 
Esnaf Halîl Bûlgan jî anî ziman ku ji bo cejnê sîparîş daye, lê belê ji ber qedexeyê berên anîne di dest wî de mane. Bûlgan, got: "Piştgiriya esnafan nayê kirin. Nêzî 4 meh in em heqê kirêyên xwe didin. Qet nebûna diviya di vê pêvajoyê de heqê kirê ji me nehata stendin. Esnaf ji bêrîka xwe dixwe." 
 
Esnaf Îsmaîl Kara jî anî ziman ku tenduristiya mirovan ji bazirganiyê girîngtir e û got: "Em pir xisirîne. Em di kirê de ne. Em nikarin heqê kiriyên xwe bidin. Qet nebûna diviya meseleya kirê bihata helkirin." 
 
MA / Ergîn Çaglar