Li Amedê heqê veguhestinê hate zêdekirin

img
AMED - Piştî ku bihayê sotemeniyê zêde bûyî, li Amedê jî heqê otobûsên şaredariyê, otobûsên taybet, mînîbûs û texsiyan hate zêdekirin.
 
Bihakirina benzîn, motorîn û berhemên din ên sotemeniyê, weke zem li gel vegeriyan. Bi destpêkirina şerê li Ûkraynayê re ji şevê din heta niha lîreyek û 61 quriş li benzînê, lîreyek û 51 quriş jî li motorînê hatin zêdekirin. Bi vê zemê re heqê hatin û çûna bi wesayîtan a li nava bajêr a Amedê jî bihatir bû. 
 
Di çarçoveya biryara Serokatiya Daîreya Hatinûçûnê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (UKOME) ku ji hêla qeyûm ve tê birêvebirin de, ji roja duşemê û şûnde bihayê veguhestina li nava bajêr hate zêdekirin. Li gorî biryarê, bihayê wesayîtan wiha ye:
 
Otobûsên Şaredariyê
 
Yên tam: 3.5 TL, 
Yên erzankirî: 3 TL, 
Xwendekar: 2 TL
 
Otobûsên Taybet ên Gel 
 
Yên tam: 4 TL
Yên erzankirî: 3.25 TL
Xwendekar: 2.5 TL
 
Mînîbûs
 
Yên tam: 4.5 TL
Xwendekar: 2.5 TL
Li Nava Kampûsa Zanîngehê: 1.5 TL
 
Texsî 
 
Taksîmetre bi 6 lîreyan dest pê dike, serê her kîlomîtroyekî 4 lîre û nîv, di navberên kin de jî 15 Tl dê bên standin.