Li Amedê heqê veguhestinê hate zêdekirin 2022-02-26 12:53:31   AMED - Piştî ku bihayê sotemeniyê zêde bûyî, li Amedê jî heqê otobûsên şaredariyê, otobûsên taybet, mînîbûs û texsiyan hate zêdekirin.   Bihakirina benzîn, motorîn û berhemên din ên sotemeniyê, weke zem li gel vegeriyan. Bi destpêkirina şerê li Ûkraynayê re ji şevê din heta niha lîreyek û 61 quriş li benzînê, lîreyek û 51 quriş jî li motorînê hatin zêdekirin. Bi vê zemê re heqê hatin û çûna bi wesayîtan a li nava bajêr a Amedê jî bihatir bû.    Di çarçoveya biryara Serokatiya Daîreya Hatinûçûnê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (UKOME) ku ji hêla qeyûm ve tê birêvebirin de, ji roja duşemê û şûnde bihayê veguhestina li nava bajêr hate zêdekirin. Li gorî biryarê, bihayê wesayîtan wiha ye:   Otobûsên Şaredariyê   Yên tam: 3.5 TL,  Yên erzankirî: 3 TL,  Xwendekar: 2 TL   Otobûsên Taybet ên Gel    Yên tam: 4 TL Yên erzankirî: 3.25 TL Xwendekar: 2.5 TL   Mînîbûs   Yên tam: 4.5 TL Xwendekar: 2.5 TL Li Nava Kampûsa Zanîngehê: 1.5 TL   Texsî    Taksîmetre bi 6 lîreyan dest pê dike, serê her kîlomîtroyekî 4 lîre û nîv, di navberên kin de jî 15 Tl dê bên standin.