Li gorî şaredarê AKP'î krîza aborî tune ye

img

STENBOL - Esnafan diyar kir ku ji ber krîza aborî nikarin debara xwe bikin. Şaredarê AKP'î yê Beyoglûyê Haydar Alî Yildiz jî ku li bazarê digeriya, parast ku krîz tune ye û got: "Gel dibêje 'ez nikarim bistînim', lê halbûkî her kes dikare bistîne." 

Krîza aborî ya Tirkiyeyê her diçe kûrtir dibe. Esnafan diyar kir ku ji ber krîza aborî nikarin debara xwe bikin û îqtidar nikare welêt bi rê ve bibe. 
 
Li Bazara Arabacilar a Beyoglûya Stenbolê Mehmet Keçecî ku zebze û fêkiyan difiroşe, anî ziman ku fêkiyên ku bi 4 lîreyan stendiye bi 5 lîreyan difiroşe. Keçecî bal kişand ser bihabûna fiyetên zebze û fêkiyan û xwest meseleya bihabûnê bê helkirin. 
 
Keçecî, soza îqtidara ya ji bo zêdekirina meaşê kedkaran bibîr xist û got: "Bila Erdogan, hebikekî gel bifikire. Dahata min 3 hezar TL ye, lê dîsa jî nikarim pê debara xwe bikim. Meaşê kurê min 4 hezar TL ye. Ez pere ji kurê xwe distînim û wisa debara xwe dikim. Heftê 7 rojan dixebitim. Laşê min êdî hew îdare dike. Lewma nexweş dikevim. Wisa biçe, ez ê ji vî welatî biçim." 
 
NIKARE PERE BIBE MALÊ 
 
Esnafê bazarê Bûrak Çelebî jî, anî ziman ku du meh in tiştek nebiriye malê û got: "Li bazarê 10 dezgehên min hene û gava dezgehên xwe vedikim, hezar û 400 lîre mesrefê min çêdibe. Lê qezenca min a rojê ne 200 TL ye jî. Berê min hin pere dabûn ser hev, bi wan debara xwe dikim." 
 
Çelebî, anî ziman ku her tişt tim biha dibin. Çelebî, da zanîn ku zeytûnên par bi 25 TL'yan dikirî îsal bi 45 TL'yan dikire û got: "Êdî divê karta zor rê vê îqtidarê bê dayîn. Em kêlî berî kêliyê ji vê îqtidarê xelas bibin." 
 
ÎQTIDAR NIKARE WELÊT BI RÊ VE BIBE 
 
Ahmet Bora ku li bazarê alvêrê dike, anî ziman ku êdî nikarin fêkiyan bikirin. Bora, diyar kir ku nikare heqê kirêya xwe bide û got: "Her meh fatûre zêde tên. Em 5 kes in, meha borî heqê ceryanê 278 TL, yê avê 180 TL hat. Zarokên min hem dixwînin hem dixebitin." 
 
NEÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURDΠ
 
Bora, destnîşan kir ku sedema sereke ya krîza aborî neçareserkirina pirsgirêka kurdî ye û çendî krîz heye jî îqtidar operasyonên derveyî sînor dike û got: "Ji ber vê krîz kûr dibe. Sedema vê krîzê ev e. Bi polîtîkayên şaş Tirkiyeyê xistin çi halî. Îqtidar pereyan bi keştiyan û qabên pêlavan bir. Niha jî ji bo xwe bi xelasê bixin, her derî bombebaran dikin û paşê dibêjin krîz heye." 
 
Esnaf Ahmet Karaca jî anî ziman ki kincan bi 12-15 TL'yan difiroşe, lê dîsa jî kes nakire. Karaca got: "Li Stenbolê kirêya xaniyan hezar û 500 TL ye. Her meh heqê av û ceryanê 150 TL tê. Meaşê kêm 2 hezar û 800 TL ye. Ez di xaniyê bikirê de me. Em ê çawa debara xwe bikin? Ev îqtidar çi dike, min fêm nekir. Dibêjin 'em rê çêdikin', temam ranabin nabêjin ka ev mirov çawa debara xwe dikin. Em 5 kes dixebitin, yek ji bo heqê av û gazê, yek ji bo mesrefê malê dixebite. Êdî bila gel çavvekirî be, bila li derdora xwe mêze bike û paşê biryara xwe bide." 
 
ŞAREDARÊ AKP'Î: KRÎZ TUNE YE 
 
Di dema hevpeyvîna me de Şaredarê AKP'î yê Beyoglûyê Haydar Alî Yildiz jî li bazarê serdana esnafan dikir. Yildiz, gotinên esnafan red kir û derpêş kir ku krîz tune ye. Yildiz got: "Gel dibêje 'ez nikarim bistînim', lê her kes dikare bistîne. Bazarvan berên xwe difiroşin. Helbet em hemû dixwazin fiyet hebikekî din erzan bin, lê niha bazarên me yên semtan, bûye warê gel ku bi rihetî tên danûstendina xwe dikin. Fiyet jî li gor ê marketan erznatir in. Bi qasî em dibînin her hefte li herêma me 6-7 bazarên semtê hene. Welatiyên derfetên wan hene, zêdetir dikirin û li gor her budçeyê zebze û fêkî û berên din hene. Esnafên me jî bi rihetî berên xwe difiroşin û ji ber vê her hefte dezgehên xwe vedidin."