Rapora ÎSÎG’ê ya meha tîrmehê: 146 karkeran jiyana xwe ji dest da

img
STENBOL - Li gorî rapora Meclîsa ÎSÎG’ê ya meha tîrmehê 146 karkeran jiyana xwe ji dest daye. Ji kesên jiyana xwe ji dest dane 10 jê karkerên zarok in.  
 
Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran a Stenbolê (ÎSÎG), rapora cînayetên kar a meha tîrmehê aşkera kir. Li gorî raporê di meha tîrmehê de 146 karkeran jiyana xwe ji dest daye. Ji karkerên ku jiyana xwe ji dest dane 116 jê bihêq in, 30 jî karkerên ji bo xwe xebat kirine. ÎSÎG’ê, diyar kir ku di cînayetên kar de 13 karkerên jin û 133 karkerên mêr jiyana xwe ji dest dane û cînayetên karkerên jin di karên çandinî, maden û tenduristiyê de pêk hatine. ÎSÎG’ê, da zanîn ku di meha tîrmehê de 8 karkerên penaber jî jiyana xwe ji dest dane û ji van karkeran 4 jê sûriyeyî, 2 jê turkmenîstanî, yek afganîstanî û yek jî ji Koreya Başûr e. ÎSÎG’ê, diyar kir ku ji karkerên jiyana xwe ji dest dane 10 jê zarok in û ev zarok di karên çandinî, avahî, enerjî û barkêşiyê de xebitîne.  ÎSÎG’ê, da zanîn ku herî zêde li Stenbolê karkeran jiyana xwe ji dest daye.