Ji ber hişkesaliyê şîr nîvî nîvî kêm bûye

img

ŞIRNEX - Bêrîvanên çûne zozanên Çiyayê Katoyê, diyar kirin ku ji ber hişkesaliyê îsal şîr jî nîvî nîvî kêm bûye. 

Hişkesalî bandoreke nebaş li çandinî û sewalvaniya bajarên herêmê dike. Ji ber hişkesaliyê berdarî pir kêm bûye. Bêrîvanên diçin zozanên Çiyayê Kato yê navçeya Elkê ya Şirnexê ne, ragihandin ku ji ber hişkesaliyê îsal şîr jî nîvî nîvî kêm bûye. 
 
BANDORA HIŞKESALIYÊ 
 
Hayat Aykût ku 30 sal in berîvantiyê dike, anî ziman ku karê wan karekî zehmet e. Aykût, da zanîn ku rojê du caran şîr didoşin û wesayîtê kirê dikin tên Katoyê û got: "Îsal dê heqê mesrefên me dernekeve. Giha tune ye. Ji ber vê şîrê heywanan jî tune ye. Li gor par şîr nîvî nîvî kêm bûye."
 
Aykût, diyar kir ku lê belê bi bergeha Katoyê bêhna wan dertê û got: "Şîr tune be jî, qet nebe em çav vê bedewiya zozanan dikevin. Gava em van zozanan dibînin em rihet dibin." 
 
100 SALÎ YE, LI ZOZANA YE 
 
Asmîn Çokdogan a 100 salî jî anî ziman ku ji zarokatiya xwe ve sewalvaniyê dike. Çokdogan behsa hewaa paqij û bedewiya zozanên Katoyê kir û got: "Zozana debara me ne. Em bi şîrê heywanên xwe yên li zozanan penêr û mast çêdikin. Îsal zivistanê berf û baran kêm bariya. Hişkesalî çêbû. Ji ber vê heywanên me têr naxwin û şîr jî pir kêm bûye." 
 
MA / Mujdat Can