HDP’iyan serdana karkerên medenê kir

img
ENQERE - Parlementerên HDP’ê û Hevserokên HDP’ê yên Enqereyê serdana karkarên medenê yên di ketina bajêr de tên sekinandin kirin. Parlementer Zuleyha Gulum, diyar kir ku li cem karkeran e û peyama piştevaniyê parve kir. 
 
Karkerên madenê ku li navçeya Somaya Manîsayê ji aliyê Medena Ûyarê ve 8 sal in tazmînatên wan nayên dayîn, ji duh ve ligel Maden-Îş a Serbixwe ku endamên wê ne di ketina Enqereyê de tên sekinandin. Karkerên Medenê ku polîs wan dirawestînin di roja 3’yemîn a sekinandina xwe de daxuyaniyek dan. Karkeran xwest ku mafên 880 karkeran bê dayîn û wiha gotin: “3 roj in em li vir tên sekinandin. Em bi biryar in heta pirsgirêka me çareser nebe em paş ve gavê naavêjin.”
 
‘PATRONAN DIPARÊZIN’
 
Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Hevserokên wê yên Bajêr serdana karkerên medenê kir.  Di serdanê de Parlementera Stenbolê Zuleyha Gulum axivî û wiha got: “Em dizanin ku mixabin aliyê patronan digirin û wan diparêzin. Dema wisa dibe jî mixabin mafên karkeran nayên dayîn. Ked bi hesanî nayê qezençkirin. Dizanin ku di meden de xebitîn çawa ye? Bi mirinê re rûbirû mayîn çawa ye bila biçin binêrin? Lê nikarin ji ber ku wê qatlixa wan qirêj bibe. Em hêvî dikin ku were çareserkirin. Em weke HDP mafê karkeran diparêzin.”
 
Tê payîn ku karkerên medenê îro serdana partiyên ku di meclîsê de cih digirin bikin.