Cotkarên titûnê: Hûn piştgirî nadin qet nebe dest jî nedine me

img
SEMSÛR - Cotkarên titûnê yên li bajaroka Bûlamê ya Çêlikan, diyar kirin ku bi qedexekirina wan a bazirganiyê ya ji ber tunebûna "belgeya rayeyê" çavkaniyên wan ên debarê hedef tên girtin û ev tişt gotin: "Piştgirî nadin qet nebe bila dest jî nedine me." 
 
Li bajaroka Bûlamê ya navçeya Çêlikan a Semsûrê, hilberînerên titûnê ku ji ber tunebûna "belgeya rayeyê" Wezareta Daristan û Çandiniyê bazirganiya titûnê li wan qedexe kir, bibertek in. Cotkaran, da zanîn ku titûn çavkaniya wan a bingehîn a debarê ye û gotin ku wê bi qedexeyê re hilberînê nekin. Ji cotkaran Hasan Oztorûn, destnîşan kir ku ji ber şertên erdnîgarî li bajaroka wan erdên mezin tune ne û ji bilî titûnê çandiniya tiştekî din nakin û wiha got: "Van erdan jî teva me çêkir. Ne erdên xwezayî ne. Me ji deverên gelek dûr avê aniye ser wan. Me çiya hêrand û kir erd. Bi vî erdî debara xwe dikim."
 
BERTEK LI DIJÎ DEWLETÊ
 
Oztorûn, destnîşan kir ku ji erdê xwe 300 kîlo titûn bi dest dixe û ev tişt anîn ziman: "Ji vî 300 kîloyî 200 kîloyê wî mesref e. Karê titûnê gelek zehmet e. Tev bi keda destan tê hilberandin. Em ta bi ta datînin û bi heman rengî jî berhev dikin. Li şûna ku dewlet ji me re bibe alîkar dibe asteng. Di navbera bihaya titûnê ya nav erd û û li sûkê bi qasî çiya ferq heye. Lê çareyeke me ya din tuneye. Dewlet ji me çi dixwaze? Gelo dewlet dizane ku ev gel bi çi debara xwe dike? Heke ev bê qedexekirin wê mirov bi kuderê ve biçin. Herî dawî em ê jî bêkar bimînin. Min 7 hezar TL mesref kiriye. Hê berhevkirina vê jî heye. Piştgirî nadin qet nebe bila dest jî nedin me."
 
TENÊ ÇARE TITÛN E
 
Cotkarê bi navê Şukru Tûnç, jî da zanîn ku berê sewalkariyê kirine lê ji ber ku çêre nemaye ji neçarî dev ji sewalkariyê berdane û ev tişt got: "Waxtekê darên gilyazan dan me, lê wan jî pere nekir. Hemû gilyazên me hişk bûn. Erdên me yên mezin ê çandiniyê tune ne. Me çi li vir danî me xelas nekir. Herî dawî me dest bi çandiniya titûnê kir. Bila dest nedin keda me. Hindik be jî em bi titûnê debara xwe dikin. Heke ev jî destê me bê girtin em ê perîşan bibe. Bi salan e em li van erdan ked dikin. Herkes ji vê titûnê ji xwe re loqek nan dixwe û debara xwe dike."
 
MA / Barış Polat