Meşkên ji axlemûr û bîşengê

img

WAN - Fîkret Ozkaçmaz ku 30 sal in meşkan çêdike, anî ziman ku lê mixabin ji ber teknolojiyê her diçe sinheta wî jî ji taqet dikeve. 

 
Li Sîteya Xeratan a Berê ya Navçeya Tûşbayê ya Wanê Fîkret Ozkaçmaz, nêzî 30 sal in meşkan çêdike. Ozkaçmaz, meşkên xwe yên pê nivîşk, dew û şelxem tên çêkirin, hem li bajêr hem jî li bajar û navçeyên derdorê difiroşe. Ozkaçmaz, diyar kir ku li bajêr tenê ew meşkan çêdike, lê belê ji ber teknolojiyê her diçe sinheta wî jî ji taqet dikeve. 
 
ÇÊKIRINA MEŞKAN
 
Ozkaçmaz bal kişand ser zor û zehmtiyên çêkirina meşkan. Ozkaçmaz, anî ziman ku pêşî daran dike kalas û paşê pel bi pel dibire. Ozkaçmaz, bilêv kir ku dû re daran xwar dike û got: "Ji ber ku dar hişkên xwarkirina wan zehmet e. Lewma em daran şil dikin. Em daran li dor xelekekê lod dikin û wan dikin xelek. Herî dawî em wan bi çeperekê girêdidin û dikin meşk. Herî dawî jî em bi hesinekî li wan dixin da bişidin. Lewma ji 10 parên vî karî 9 par jê karê lêdanê ye." 
 
Ozkaçmaz, diyar kir ku herî dawî jî meşkan boyax û cîla dike û got: "Gava diqedin em havînê wan didin be rtavê, qederê 15-20 rojan wiha dimînin. Piştî hişk dibin em kapekê dixin hundirê wan û dişewitînin. Ji bo bakterî û mîqropên tê de bimirin û hundirê wê paqij bibe. Piştî vê em qalpaxê hazir dikin û devê wê digirin. Em orta wê jî qul dikin, ji bo şîr derkeve." 
 
LI ZOZANAN TÊ BIKARANÎN 
 
Ozkaçmaz, anî ziman ku ji ber ku darên din gava şil dibin zû dirizin, meşkên xwe ji axlemûr û bîşengê çêdike. Ozkaçmaz, bilêv kir ku li gor sîparîşên tên kirin meşkan çêdike û got: "Ji ber ku li zozanên bilind ceryan tune ye, pêdivî bi meşkan heye. Ên ceryanê bi qasî van nebaş in. Ev ên xwezayî ne." 
 
Ozkaçmaz, diyar kir ku meşkekê di du hefteyan de çêdike û got: "Meşkên mezin piranî ji bo nivîşk e. Ên biçûk jî ji bo xemlê tên bikaranîn, li kafeyan. Li van deran tê de şelxem û dew difiroşin. Ên mezin bi 750-800 TL'yî, yên biçûk jî bi 450-500 TL'yî ne. Herî zêde ên biçûk tên firotin." 
 
SINHETA WÎ JI TAQET DIKEVE 
 
Ozkaçmaz, da zanîn ku li Wanê tenê ew meşkan çêdike û gava dev ji çêkirina meşkan berda dê ev sinhet jî nemîne. Ozkaçmaz, bilêv kir ku dixwaze siheta xwe hoyî ciwanan bike û got: "Lê bala ciwanan nakişîne. Dixwazim piştî min hin kes vî karî bikin." 
 
MA / Bariş Donmez