Kedkarên Tenduristiyê: Hûn bi hejandina tiliyê nikarin pirsgirêkan çareser bikin

img
STENBOL – Kedkarên Tenduristiyê helwesta Serbijîjkê Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Şîşlî Etfalê şermezar kirin û ev tişt gotin: “Hûn bi hejandina tiliyê nikarin pirsgirêkan çareser bikin.”
 
Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên kedkarên tenduristiyê bi Serbijîjkê Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Şîşlî Etfalê hevdîtin kir, helwesta wî ya li hemberî kedkaran şermezar kir.
 
Li ber derê nexweşxaneyê têkildarî mijarê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyanyê de pankata “Hûn nikarin bi rê ve bibin! Em nexweş dikevin, dimirin, têk diçin!” hat vekirin. Her wiha di daxuyaniyê de dovîzên “Em bersiva keda xwe dixwazin” , “Sermiyanê veberhenanê ji kî re sermiyan e” hatin hilgirtin û timik dûrişmeyên mîna “Em dixwazin bijîn û bidin jiyandin” û “Bijî têkoşîna me ya birêxstinkirî” hatin berzkirin.
 
‘ÇARESERIYÊ BIBÎNIN’
 
Di daxuyaniyê de Endamê Lîjneya Rêveberiya Şaxa SES’ê ya Şîşliyê Firat Gurhan axivî û diyar kir ku ji bo anîna ziman a pirsgirêkên xwe li hev kom bûne û wiha got: “Weke li gelek nexweşxaneyên welat li vir jî şewb bi awayekî baş nayê birêvebirin. Xebatkar û nûnerên wan tevlî pêvajoya biryarên şewbê nayên kirin. Bergiriyên ji bo tenduristî û ewlehiya karkeran nayên pêkanîn. Rêveberên me li şûna ku tiliyên xwe bi ser me de biehijînin divê bi berpirsyariya xwe ya peywirdarê cemaweriyê tevbigerin û ji daxwazên me re li çareseriyê bigirin.”