DÎSK: Têkoşîna ji bo çîna karkeran didome

img
STENBOL – DÎSK’ê têkildarî hin xalên teklîfa qanûnê ku ji Meclîsê paş de hatin vekişandin daxuyanî da û got: “Têkoşîna ji bo çîna karkeran didome.”
 
Desteya Rêveberiya Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) têkildarî hin xalên guhertina qanûna sîgorta bêkariyê ya teklîfa qanûna ku ji Meclîsê paş de hat vekişandin daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyanî li ser navê Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû hat parvekirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku têkoşîna li dijî xalên ku tezmînata qidemê ya karkeran û desteserkirina mafê teqewîtê dikin armanca xwe bi ser ketiye û qezenc kiriye. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku têkoşîna karkeran kiriye ku xalên vê yasayê bi paş de daye kişandin û çîna karkeran îradeyek hevpar nîşan daye û nehiştine ku xeta wan sor were binpêkirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin çi dibe bila bibe wê karker li dijî her cûre neheqiyê têbikoşin û wiha hat gotin: “Têkoşîna ji bo çîna karkeran didome. Heke em bi rêxistinkirîbin wê serkeftin tim ya me be.”