Karkerê ji înşaatê ket jiyana xwe ji dest da

img

STENBOL – Karkerê bi navê Remzî Tûrhan ku li înşaata navendeke danûstandinê dixebitî, di valahiya derencê de ket û jiyana xwe ji dest da. 

 
Li navçeya Umraniye ya Stenbolê, karkerê bi navê Remzî Tûrhan ku li înşaata navendeke danûstandinê dixebitî, di valahiya derencê de ket û jiyana xwe ji dest da. Wê cenazeyê Tûrhan, li gundê Dêrcemend ê navçeya Qelqeliyê ya Wanê bê veşartin.
 
BIRAYÊ WÎ JÎ BI HEMAN AQÛBETÎ JIYANA XWE JI DEST DAYE
 
Hat hînbûn ku beriya 2 salan birayê Tûrhan Yûsûf Tûrhan jî dema ku li înşaatê xebitiya ketiye û jiyana xwe ji dest daye.