Ji bo zexîreyên ewledar li hev kom bûn

img

KOCAELÎ - Ozge Kamîloglû, anî ziman ku ji bo mirov bi rihetî zexîreyên ewledar peyda bikin Kooperatîfa Piştevaniyê ya Rûyê Erdê ava kirine û got: "Armanca wan ew e ku herkes karibe bi erzanî zexîreyên ewledar peyda bike." 

Li Kocaeliyê çend kesên dilxwaz hatin cem hev du û ji bo mirov zexîreyên ewledar peyda bikin Kooperatîfa Piştevaniyê ya Rûyê Erdê ava kirin. Ozge Kamîloglû ku yek ji dilxwazin kooperatîfê ye, behsa avakirina û xebatên kooperatîfê kir. 
 
BI DILXWAZÎ DIXEBITIN 
 
Kamîloglû, anî ziman ku ji ber qirêjiya hewayî ya zêde ya bajarê lê dimînin, xwegihandina zexîreyên ewledar zehmet e û got, ji ber vê tiştekî werê kirine. Kamîloglû, bilêv kir ku ji bo xwegihandina zexîreyên baş û ewledar du salan nîqaş kirine û got: "Gava em li rêjeya pençeşêrê mêze dikin, em dibînin ku Kocaelî di nava rêzên yekem de ne. Lewma me di dawiya van du salan de kooperatîf ava kir. Ji bo xwegihandin û peydakirina berên baş û ewledar em bi dildarî dixebitin." 
 
Kamîloglû, diyar kir ku piştî fikara avakirina kooperatîfekê li wan peyda bûye şewb derketiye holê û got: "Pêşî me çend ber anîn û me li derdora xwe belav kir. Bertekên mirovan pir baş in. Gava me ragiihand ku em ê civînekê çêbikin, mirov hatin û eleqeyeke baş nîşan dan. Ev yek cesareta me zêde kir." 
 
Kamîloglû, destnîşan kir ku di dema şewbê de divê muqawemeta laşê mirovan baş be û got, lewma mirov bêtir berê xwe didin berên xwezayî. Kamîloglû got: "Fiyetên berên xwzayî pir biha ne. Lê armanca me em fiyetê van beran erzan bikin." 
 
BI AWAYEKÎ KOLEKTÎF 
 
Kamîloglû, anî ziman ku xebatên kooperatîfê bi her awayî kolektîf in û got: "Ji bo standina beran komeke me ya sê kesî heye. Komeke me ya teknîkê heye û hevalên me yên hesabgêr hene. Me bi vî awayî komîsyon ava kirin. Armanca kooperatîfa me ne qezenckirin e. Li ser asasên dilxwaziyê ye. Em berên xwe ji kooperatîfên din distînin. Kîjan erzan be, kîjan baş be em wê sîparîş dikin. Gava tê jî em heqê kargoyê jî daxilî nav dikin û bi vî awayî fiyetekî diyar dikin." 
 
BÊYÎ NAVBEYNKAR 
 
Kamîloglû, destnîşan kir ku armnaca wan a sereke peydakirina zexîreyên ewledar û erzan e û got: "Em bêyî navbeynkar hebe diforşin. Lewma em berên xwe tim ji kooperatîfên hilberîner peyda dikin. Em her berê ji herêma wê distînin." 
 
BANGA JI BO PIŞTEVANIYÊ
 
Kamîloglû, destnîşan kir ku armanceke din a kooperatîfê jî ew e ku ji bo hilberîner û mezaxêr tim pêwendiyê bi hev re deynin mekanîzmayekê ava dikin û got dê tişta bi dest wan bikeve ji bo piştevaniyê bi kar bînin û ji bo piştevaniyê bang kir. 
 
MA / Kadîr Guney