'Wê budçe bertekên 'nikarim nan bibim mala xwe' zêdetir bike'

img

STENBOL – Aborîzan Ozgur Muftuoglû, teklîfa budçeyê wekî "pêşnûmayeke ku şer esas digire" nirxand û got wê ev teklîf bibe sedem ku welatiyên ku bertek nîşanî Erdogan dan û gotin "Nikarim nan bibim mala xwe" zêde bibin. 

Li Meclîsê hevdîtinên ji bo Budçeya 2021'ê didomin. Mezinbûna budçeya 2021'ê trîlyon û 346 milyar lîre ye. Aborîzan Ozgur Muftuoglû, teklîfa budçeya 2021'ê nirxand. 
 
JI RASTIYÊ DÛR E 
 
Muftuoglû, anî ziman ku pêşnûmaya vê budçeyê ne planeke ku hatibe diyarkirin û got, ev budçe ji Qesrê hatiye û bi awayekî demokratîk nehatiye amadekirin. Muftuoglû, diyar kir ku di asta amadekariyê ya budçeyê de cihê mafên derdorên civakiyî tuneye û got, hevdîtinên wê bi awayekî veşarî tên kirin. Muftuoglû got: "Di apardûmaneke biçûk de jî şêniyên apardûmanê dizanin bê ka dahat û lêçûnên wê çi ne. Lê em behsa dahat û lêçûnên budçeyeke welatekî 83 milyon nifûsê wê heye dikin. Lewma ev budçe bi ehr awayî ji rastiyê dûr e. Piştî hin teklîfên qanûnan hin hejmara hatin diyarkirin." 
 
BUDÇEYEKE KU ŞER ESAS DIGIRE 
 
Muftuoglû, destnîşan kir ku welêt di nav krîzeke mezin de ye û ev krîz piştî pandemiyê kûrtir bûye û got, li gor krîza ku her diçe kûr dibe budçe dûrî rastiyê ye. Muftuoglû, destnîşan kir ku welêt di nava krîzeke aborî de ye, lê belê piraniya budçeyê ji bo "ewlehiyê" hatiye veqetandin û ev jî nîşan dide ku wê di pêş de siyaseteke çawa bê kirin. Muftuoglû ji bo wateya budçeya navbirî got: "Ev, tê wateya ku wê civaka xizan hîn bêtir xizan bibe. Tê wateya ku dê barê civakê girantir bibe. Dûrî çareserkirina pirgsirkan e, wê pirgsirêkan kûrtir bike. Ev budçe nîşan dide ku wê di pêş de pevçûna hundirîn û derveyîn çawa gur bibe. Ev budçe, budçeyeke ku şer esas digire." 
 
Her wiha Muftuoglû bal kişand ser paya ji bo tenduristî û perwerdehiyê hatiye veqetandin jî û got, budçeya ji bo tenduristiyê hatiye veqetandin pir kêm e. Muftuoglû got: "Budçeya perwerdehî û tenduristiyê rasterast ji bo perwerdehî û tenduristiya gel nayê xerckirin. Piraniya wê diçe ji sermayeyê re." 
 
DEYN
 
Muftuoglû anî ziman ku welêt çerxa xwe bi deynan digerîn eû got: "Her ku perê we bêqîmet bibe, deynên we jî zêde dibin. Jixwe Tirkiye di nava deynan de maye. Ev di pêvajoyeke devulasyonê de ne. Piştî zêdebûna kûrê ev bi awayekî aşkere derket holê. Wê zêdetir bibe. Û helbet wê ev rewş deynan zêdetir bike." 
 
WÊ BERTEK ZÊDE BIBIN 
 
Muftuoglû destnîşan kir ku wê ev teklîfa budçeyê bibe sedem ku welatiyên ku bertek nîşanî Erdogan dan û gotin "Nikarim nan bibim mala xwe" zêde bibin û got: "Di pêş de wê bertekên 'em birçî ne' zêde bibin." 
 
MA / Nacî Kaya