Endamên KESK’ê: Em ê têkoşîna xwe ya bi KHK’an re bidomînin

img
RIHA – Paltforma Şaxên KESK’ê yên Rihayê, di daxuyaniya xwe ya derbarê 4’emîn salvegera KHK’an de banga xwe ya “têkoşîna hevpar” dubare kir. 
 
Platforma Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) yên Rihayê, derbarê 4’emîn salvegera KHK’a ku di 29’ê cotmeha 2016’an de hat derxistin û pê kedkarên cemaweriyê hatin îxrackirin de civîna çapameniyê li dar xist. Daxuyanî li Avahiya Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya bajar hat dayîn û Hevserokê Şaxa SES’ê ya Bajar Salih Karataş daxuyaniyê xwend. Karataş banga wan a “têkoşîna hevpar” dubare kir û da zanîn ku dê têkoşîna xwe ya ji bo aştî, azadî û mafên demokratîk bidomînin. 
 
DI TAŞTÊ DE HATIN GEL HEV
 
Her wiha Platforma Şaxên KESK’ê, li navenda bajar bi bernameya taştê bi endamên xwe yên ku hatine îxrackirin re hatin gel hev.