TTB: Em ê dev ji mafên xwe yên destûr, îstifa û teqawitbûnê bernedin

img
ENQERE – Konseya Navendî ya TTB’ê, derbarê qedexekirina mafê destûr, teqawitbûn û îstifakirinê yên xebatkarên tenduristiyê de daxuyanî da û diyar kir ku dê ji dev ji mafê xwe yên destûr, îstifa û teqawitbûnê bernedin.
 
 Konseya Navendaî ya Yekitiya Bijîjkên Tirk (TTB), derbarê qedexekirina mafê destûr, teqawitbûn û îstifakirinê yên xebatkarên tenduristiyê ku ji hêla Wezareta Karên Hundir ve hat ragihandin, daxuyaniyeke nivîskî da. Konseyê, bertek nîşanî biryara wezaretê da û diyar kir ku ji ber hişyariyên wan hatine paşguhkirin vîrûsa koronayê ya li welat ber bi rewşeke bi guman ve diçe.
 
‘HÛN SEDEMA WESTANDINA KEDKARÊN TENDURISTIYÊ NE’
 
Konseyê, destnîşan kir ku wezaratê bi biryara xwe ragihandiye ku weke çareserî zêde xebitandina kedkarên tenduristiyê dibîne û ev tişt got: “Hewl tê dayîn mafê destûr, teqawitbûn û îstifakirinê yên hempîşeyên me bên xespkirin. We pandemiyê bi şaş bi rê ve bir. Hûn bûn sedema westandina kedkarên tenduristiyê. Niha jî li şûna ku hûn barê kedkarên tenduristiyê sivik bikin xebata bi zorê li wan ferz dikin. Em dev ji mafê xwe yê destûr, teqawitbûn û îstifakirinê bernadin. Weke TTB’ê em ê heta dawiyê j bo mafê kedkarên tenduristiyê têbikoşin.”