Sînorê birçîbûnê di 17 salên dawiyê de 5 qat zêdetir bû

img

STENBOL - Li gorî hesabên Navenda Lêkolînên Cîna Sendîkaya Metal-Îş a Yekbûyî (BÎSAM), sînorê birçîbûnê di nava 17 salên dawî de 5 qat zêdetir bû. 

 
Navenda Lêkolînên Cîna Sendîkaya Metal-Îş a Yekbûyî (BÎSAM), “Rapora Dema Sînorê Birçîbûn û Xizantiyê” ya amade kiribû, ji raya giştî re parve kir. Li gorî rapora hat aşkerekirin, di Tîrmeha sala 2020’an de, ji bo ku malbateke ji 4 kesî pêk tê bi awayekê bi tendurist debara xwe bike, pêwîstî bi 2 hezar û 385 TL’an heye û ev serfkirin, tenê ji bo mesrefa xurekê derbasdare. Di vê çarçoveyê de lêkolîn hat kirin û sînorê xizantiyê weke 8 hezar û 249 TL hat diyarkirin. 
 
MEAŞÊ ASGARÎ TÊRA KIRÎNA XUREKÊ JÎ NAKE 
 
Di rapora hat aşkerekirin de, wiha hat gotin: “Di rewşa heyî de meaşê asgerî têra kirînan nake. Ji bo ku malbatek bi her awayî karibe debara xwe bike, herî kêm pêwîstî bi 8 hezar û 249 TL’an heye.”
 
SÎNORÊ BIRÇÎBÛNÊ 5 QAT ZÊDETIR BÛ 
 
Di raporê de hat dest nîşan kirin ku malbatekê ji 4 kesan pêk tê di Tîrmeha sala 2003’an de dikarîbû bi 15,3 TL’an xwe xwedî bike, lê îro encex dikare bi 79.50 TL’an debara xwe bike û wiha hat gotin: “Din ava 17 salên dawî de sînorê birçûbûnê 5.2 qat zêdetir bû. Di heman demê de, zêdebûna di enflasyonê de jî, 4.69 qat zêde bû. Li gorî vê yekê, zêdebûna di sînorê birçîbûnê de, ji zêdebûna enflasyona giştî hîn zêdetire.” 
 
LI STENBOLÊ SÎNORÊ BIRÇÎBÛNÊ 2 HEZAR Û 564 TL’YE
 
Di çarçoveya lêkolînê de, sînorê birçûbûn û xizantiyê yê dema Tîrmeha 2020’an a sê bajarên mezin ên weke Stenbol Îzmîr û Enqerê jî, hat dest girtin. Li gorî vê; Li Îzmîrê sînorê birçîbûnê 2 hezar û 603 TL ye. Li Stenbolê sînorê birçîbûnê 2 hezar û 564 TL ye û li Enqerê jî 2 hezar û 309 TL ye. Li herêmên Amed û Rihayê jî 2 hezar 169 TL ye.