Aborînas Ûlûsoy: Wê deynê derve bibe deynê civakî

img

ENQERE - Prof. Dr. Veysel Ûlûsoy, stratejiya deynê derve û hundir ê desthilatê nirxand û derbarê mijarê de ev tişt got: “Heke deyn ê sektora taybet be jî dema ku bê asta nikare bê dayînê dibe deynê  civakê. Tişta niha dibe ev e. Em nikarin deyn bi deyn jî bidin razandin.”

 
Qrîza siyasî û aborî her ku diçe kûrtir dibe. Bi mudaxaleyên desthilatê re rê li ber pirsgirên nû vedibe. Derîvenekirina Fona Dirav a Navneteweyî (IMF) ya ji desthilatê re û pêknanîna peymanê swapê ku Tirkiye li wan digere, diwîz dike tevgerandinê. Hîndekarê Zanîngeja Yedîtepeyê Prof. Dr. Veysel Ûlûsoy, rewşa aboriya Tirkiyeyê nirxand.
 
WÊ JI NEÇARÎ PERE BÊ ÇAPKIRIN
 
Prof. Dr. Veysel Ûlûsoy, diyar kir ku daneyên aboriyê bi alîgiriyê tên aşkera kirin û ev jî li ser civakê dibe barekî giran û wiha got: “Tûnebûna alternatîfên faîz, diwîz û medenên nirxdar, bandoreke neyînî li veberhênanên biçûk û kesên ku dixwazin razemeniyê bikin dike. Wê hikumet ji neçarî pere çap bike. Lê aşkera ye ku wê ev nikare bê domandin.”
 
DEYN BI DEYN NAYÊ RAZANDIN
 
Ûlûsoy, da zanîn ku heke deynê derve bê razandin wê pirsgirêk çênebe, lê heke sektora taybet bê sînor bê deyndarkirin, wê xesara vê yekê ya civakî gelek giran be û ev nirxandin kirin: “Heke deyn ê sektora taybet be jî dema ku bê asta nikare bê dayînê dibe deynê civakê. Tişta niha dibe ev e. Em nikarin deyn bi deyn jî bidin razandin.”
 
ÊDÎ DOLAR DI SERIYA 7 TL’AN DE YE
 
Derbarê bilindbûna dolar de jî Ûlûsoy nirxandin kirin û ev tişt gotin: “Divê em êdî xwe hînê dolarê di seriya 7 TL’yî de bikin. Her model dibe li gorî xwe şîroveyan bike, lê ratiyeke wiha heye ku heke pandemî bi dawî bibe jî dê pêvajoyeke bi çîk dest pê bike. Ne tenê aboriya Tirkiyeyê wê aboriya gelek welatan nikaribe vê rewşê rake.”
 
MA / Selman Guzelyuz