Kuafor alîkariyê dixwazin

img
EDENE - Kuaforan, diyar kirin ku ew xweziya xwe bi rojên berê tînin û gotin: “Diviya bû hikumeta ji ber pêvajoya pandemiyê, alîkarî û krediya bêfayiz bide dikandaran.”
 
Hikumeta AKP’ê di çarçoveya bergiriyên şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) de, kuafor, berber û salonên xweşikiyê di 21’ê Adarê girtin û di 11’yê Gulanê de jî, ji nû ve vekirin. Xebatkarên berber û kuaforên, piştî pêvajoya asayîbûnê, hem bi krîza aborî re û hem jî bi rızka bi vîsurê bikevin re rû bi rû ne.
 
'EM LI ROJÊN BERÊ DIGERIN’
 
Ûmût  Gok, diyar kir ku ew jî weke her sektorê, ji pêvajoya pandemiyê û krîza aboriyê bi awayekê cîdî bandor dibin û wiha  axivî: “Ev 15 salin ez karê berberiyê dikim. Min dema xwe ya herî xirab, di dema pandemiyê de jiya. Ji ber pandemiyê, mirov ditirsin ku traş bibin. Em hewl didin bi derfetên xwe li paqijiyê baldar bin. Em amûrên ji bo carekê bên bikaranîn dikirin. Maliyeta vê jî pir zêde ye. Êdî rewş wisan bûye, em li rojên berê digerin. Em rojên zor û zehmet derbas dikin. Dewletê heya niha tu alîkarî neda me. Niha kargehên me vekirîne, lê kar mîna berê tuneye. Mirov ditirsin û em jî ditirsin. Divê dewlet alîkariya me bike.”
 
Îsa Sîncan jî, anî ziman ku ji ber pandemiyê êdî mirov li malên xwe traş dibin û wiha got: “Bihayê amûrên traşê pir zêde bûne. Pêvajoya pandemiyê jî ket pêşiya me. Niha em hem ji ber pandemiyê û hem jî ji ber krîza aborî bi awayekê cîdî bi bandor dibin. Diviya bû hikumeta ji ber pêvajoya pandemiyê û krîza aboriyê alîkarî û krediya bêfayiz bide dikandaran. Lê ev yek çênebû û em di tengasiyê dene.”