KESK: Ji darbeyên eskerî û siyasî re na

img
EDENE - Platforma Şaxan a KESK'ê ya Edeneyê têkildarî salvegera darbeya 15'ê Tîrmehê daxuyani da. Li ser navê KESK'ê Serokê Şaxa Tum Bel-Senê ya Edeneyê Mehmet Çelik diyar kir ku li dijî darbeyên eskerî û siyasî ne û got: "Ji darbeyên eskerî û siyasî re na, em bi lez demokrasiyê dixwazin." 
 
Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Edeyê têkildarî hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê li Şaxa Egîtîm Senê ya Edeneyê daxuyanî da. Endam û rêveberên sendîkayê tev li daxuyaniyê bûn. 
Berdevkê demî yê KESK'ê û Serokê Şaxa Tum Bel-Senê yê Edeneyê Mehmet Çelik, bal kişand ser darbeyan û got: "4 sal di ser darbeyan re derbas bû. Lê hêj rastiya darbeyê ronî nebûye. OHAL a piştî darbeyê hat îlankirin niha mayinde kirine. Bi vê yekê mafê azadî û ramanê û mafê azadiya sendîka û rêxistinan kirin armanc. Bi OHAL'ê destûra bingehîn ji holê rakirin. Em li dijî darbeyên siyasî û eskerî ne. 4 hezar û 649 endamên KESK'ê bêyî biryara darazê hebe hatin îxrackirin. Piştî OHAL'ê her roj dîwarê darbeyê bilintir kirin. Têkoşina kesên aştî, demokrasî û azadiyê dixwaze, li gel hemû astengiyan mezin dibe. Em weki KESK'ê di 4'emîn salvegera 15'ê Tîrmehê de carek din darbeyê şermezar dikin. Em dixwazin berpirsiyarê darbeyê yên siyasî û eskerî bên darizandin û hesab bidin. 
 
Panzehîra darbeyê mezinkirina demoknasiyê ye. Dewleta hiqûqê û edaletê ye. Em wekî KESK'ê ji ku tê bila bê emê her tim li dijî darbeyên eskerî û siyasî têbikoşin. Em ê ji bo Tirkiyeyeke ku wekhevî, azadî, demokrasî û bi edalet lê serdest e, têkoşîna xwe berdewam bikin."