DEDAŞ'ê ji bo qutkirina ceryanê ji qeymeqamtiyê xwest bê parastin

img

RIHA – DEDAŞ'a ku dest datîne ser desteka çandiniyê, fatûreyan li erdên ku ceryana wan tuneye dibire û fatoreyan zêde dibire, ji bo qutkirina ceryanê alîkarî ji Qeymeqamtiya Heranê xwest. Cotkar Zekerita Araboga ku fatoreya wî 115 hezar TL hatiye got: "Ne DEDAŞ e, teror e." 

Şîrketa Belavkirina Ceryanê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ku li Amed, Riha, Êlih, Sêrt, Şirnex, Mêrdîn û 49 navçeyan dest daniye ser desteka çandiniyê ya cotkaran û fatoreyên zêde dibire û fatûreyê li erdên bê ceryan dibire, niha jî ji bo ceryana ku qut kiriye ji dewletê dixwaze ku wê biparêze. 
 
Parêzerê DEDAŞ'ê bi hinceta "kontrokirina ceryana qaçax û saetên ceryanê û tamîrkirina wan û deynan" daxwaznameyeke ji Qeymeqamtiya Rihayê re nivîsandiye û di daxwaznameya xwe ya 2'yê Tîrmehê de xwestiye ku ji ber êrîşên muhtemel bên parastin. Her wiha di daxwaznameyê de hatiye diyarkirin ku wê li hin taxên navçeya Kaniya Xezaln ceryan bê qutkirin. 
 
Du roj berê koma DEDAŞ'ê ji bo qutkirina ceryanê çûbû Taxa Bûlûtlû ya Kaniya Xezalan, lê belê şêniyên taxê nehiştibûn ku ceryana wan bê qutkirin û rê girtibûn û lastîk şewitandibûn. 
 
115 HEZAR TL LÊ BIRÎNE 
 
Cotkar Zekeriya Araboga ku li Taxa Gozcu ya Heranê dijî, anî ziman ku hatne emxdûrkirin û got, rayedaran ew daye ber însafa DEDAŞ'ê. Araboga, bilêv kir ku DEDAŞ bi polîsên çevîkê, bi gaza îsotan û copan êrîş aniye ser wan û gef li wan xwarine û got: "200 donim erdê min heye. 70 ton pembo jê tê. Lê DEDAŞ radibe fatûreyeke 115 hezar TL'yî dibire. Heger vî perî bidim û rabim heqê mazot, gubre û dermanan jî bidim 70 hezar TL'yî deydar dertêm. Krediyê li me ferz dikin." 
 
‘NE DEDAŞ, TEROR E' 
 
Araboga, anî ziman ku devlet ji dêvla cotkaran destekê dide DEDAŞ'ê û got: "Em dixwazin ev mexdûriyeta me bê helkirin. Dewletê got wê refah bê. Lê ji xeynî birçîbûn û tîbûnê tiştek neanî. Jiyana me diyar e, luksek me tuneye. Mêze kin heger ji meaşê parlementeran, ji meaşê serokomar û wezîran 2 hezar bê birîn wê qiyametê rakin. Lê li vira zarokê me birçî dimînin. Giş bela DEDAŞ'ê ye. Dewlet destekê dide wan. Ne DEDAŞ e, teror e." 
 
 
MA / Bariş Polat