Seraya xwe bi enerjiya jeotermalê germ dike

img

AGIRÎ - Li gundê Meleqeremê yê Giyadînê Casim Bakir li seraya ku bi enerjiya jeotermalê tê germkirin tam 6 mehan firingî, xiyar, tirp û marolan diçîne. 

Li gundê Meleqerem ê navçeya Giyadîn a Agiriyê Cesîm Bakir li nav 5 donim erdê xwe sera çêkirine. Bakir, serayên xwe bi enerjiya jeotermalê germ dike û di 6 mehan de tam 50 ton zebze radike. Bakir ku 6 sal in vî karî dike, firingî, xiyar, tirp û marolan diçîne. 
 
DIŞÎNE BAJARÊN DERDORÊ 
 
Serayeke Bakir a li nav 4 donimê erdê xwe çêkiribû ji ber berf xera bûye. Bakir, anî ziman ku heger piştgiriya wî bê kirin wê çêbike. Bakir, diyar kir ku zebzê berhev dike ji bajar û navçeyên derdorê re dişîne û got: "Heger dewlet destekê bide me û rewşa karê me baş be em ê dewam bikin. Lê hema em rast bêjin em bi tena serê xwe, bi derfetên xwe nikarin bikin." Bakir, bal kişand ser bihabûna fiyetên gubre û got: "Em tona gubre bi 10 hezar TL'yîd iikirin. Em di ber gubre ra nagihên. Derfet kêm in, em gubre û dermanan ji Antalyayê tînin. Dewletê berê destek dida lê niha nade."
 
Muhsîn Ûlaş jî ku ji navçeya Avkevirê ji bo zebe bikire hatiye serayê anî ziman ku divê li herêmê piştgiriya kar û barên bi vî rengî bê kirin. Ûlaş, diyar kir ku Giyadîn di warê xwezayê de dewlemend e û got, lê dîsa jî rewşa navçeyê nebaş e. Ûlaş, got: "Tiştêên li xwezaya vir hene li hêla rojava tunene. Heger derfetê bidin mirovên li vira wê ev der bibe bihuşt." 
 
MA / Dîndar Karataş