Ji bo konsera Koma Amed bang hate kirin

img
AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Peyasê banga tevlibûna konsera Koma Amedê kirin ku piştî 30 salan di 25’ê Cotmehê de li Amedê tê lidarxistin. 
 
Koma Amed dê di 25’ê Cotmehê de bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Peyasê, li Parka Newrozê konserê li dar bixe. Koma Amed, piştî 30 salan cara ewil e dê konserekê li dar bixe. Têkildarî konserê li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê daxuyanî hate dayin. Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Guneş û Cengîz Dundar û perwerdekara Ma Musicê Sarya Ertaş tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Di daxuyaniyê de Sarya Ertaş axivî û got ku konsera li qada Newrozê, dê bibe dengê kevneşopiya berxwedana çandî û hunerî, hêviya aştiya civakî û baweriya bi paşeroja demokratîk. Sarya Ertaşê, diyar kir ku Koma Amed, di heyama hebûna xwe de, tevî zext, sirgûn û qedexeyan jî bûye navenda berxwedaneke hunerî ya bêhempa ku ziman, çand û nasnameya Kurdî bi muzîkê zindî hiştiye. Sarya Ertaşê wiha domand: “Awazên komê, bûne parçeya herî bi qîmet a hişmendiya civakî û bîranîna çandî ya Kurdan; ji ziman bi ziman heta îro belav bûye. Ev civîna mezin, di heman demê de dê bibe ew kêlî ku hesreta 30 salî diqede û girêdanên xurt ên di navbera hunermend û guhdar de ji nû ve tên xurtkirin.”
 
Di berdewamê de Sarya Ertaşê bang li her kesî kirin ku tev li konsera Koma Amed bibin. 
 
'KONSEREKE GIRÎNG E’ 
 
Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncarê jî bal kişand ser girîngiya konserê û got: “Vê konserê di nava gel de rê li ber kelecan û mereqeke mezin vekir. Salên 90'î, serdemên herî dijwar ên têkoşînê bûn. Ji wan salan heta îro, gelek hunermendên me ku bi hesreteke mezin neçar man li dîasporayê bijîn, heta yên ku li wir jiyana xwe ji dest dan, çêbûn. Em hesreta hunermendên xwe ya ji bo vê erdnîgariyê dizanin. Di serdemeke ku bangên aştî û civakeke demokratîk bilind dibin de, ji nû ve derketina Koma Amedê ya ser dikê li Amedê wateyeke sembolîk e. Em şanaziyê pê dikin ku em hevparê vê yekê ne.”
 
Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar jî diyar kir ku Koma Amed dengê berxwedan û hebûnê ye û got: “Em bi rêya Koma Amedê li ziman û çanda xwe xwedî derkevin. Di 25'ê Çiriya Pêşîn de em li qada Newrozê dengê xwe bi hev re bilind bikin.”
 
‘DÊ DÎSA BIBIN HÊVÎ’ 
 
Hevşaredarê Bajarê Mezin Dogan Hatun jî destnîşan kir ku Koma Amed stranên xwe ji bo aştî, azadî û demokrasiyê dibêje û got: “Mixabin, di 30 salên dawî de welatê wan ji wan re zêde hat dîtin, xwestin dengên wan bibirin. Neçar man ku welatê xwe terk bikin û penaberî welatên din bibin. Koma Amed di salên 1990'î de çawa bû hêvî, 'hawar', hezkirin, berdevkê dengê me, ziman, çand û hunera me, dê dîsa wisa be. Çawa ku 30 sal in dengên wan li tu derê nehatiye birîn, îro dîsa tên welatê xwe û em jî bi hezkirineke mezin li hunermendên xwe xwedî derdikevin. Em li çanda xwe, li zimanê xwe xwedî derdikevin û ji her tiştî zêdetir, ji bo azadiya gelê xwe em li qadan li hunermendên xwe xwedî derdikevin.”
 
BANGA TEVLIBÛNÊ
 
Hatun, anî ziman ku Koma Amed dengê berxwedanê ye û ev bang li gel kir: “Gelê me li kîjan welatî, li kîjan bajarî dibe bila bibe, bila were; cihê wan ser serê me ye. Werin em bi hev re li Koma Amed, li Kurdî, li zimanê Kurdî û li pêvajoya aştî û demokrasiyê ya ku niha tê meşandin xwedî derkevin.”