Di lêpirsîna Narînê de 3 kes sewqî edliyeyê hatin kirin

  • rojane
  • 11:01 17 Îlon 2024
  • |
img
AMED - Di lêpirsîna têkildarî qetilkirina Narîn Guranê de ligel Hediye Guranê 2 kesên din sewqî edliyeyê hatin kirin.  
 
Zaroka 8 salî Narîn Guran di 21’ê tebaxê de li gundê Çulî yê Rezan a Amedê winda bûbû û cenazeyê wê 19 roj piştre hatibû dîtin. Lêpirsîna têkildarî qetilkirina Guranê didome.
 
Di vê çarçoveyê de karûbarên îfadeya jinapa Narînê, Hediye Guran a di 13’ê îlonê de hatibû binçavkirin û îfadeyên Î. û Şeyma Kaya yên di 15’ê îlonê de hatibûn binçavkirin ên li cendermeyê bi dawî bûn. 
 
Tê payîn ku her sê kesên sewqî Edliyeya Amedê hatine kirin dê li dozgeriyê îfadeya wan bê wergirtin.