Li Stenbolê 4 ciwan hatin girtin

  • ciwan
  • 22:08 19 Gulan 2024
  • |
img

STENBOL - Li Kadikoyê 4 ciwanên bi lêdanê hatine binçavkirin bi hinceta “berxwedana li dijî polîsan” hatin girtin.

Rêxistinên Ciwanan bi boneya rêberên şereşger Îbrahîm Kaypakkaya, Hakî Karer, Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner bi bîr bînin duh şev li pêşiya Operaya Sureyyayê çalaki li dar xistin. Di çalakiyê de 20 kes hatinbûn binçavkirin.  

Ji 20 ciwanan 16’ê wan ji Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ya li Fatîhê hatin berdan, 4 ciwanên din jî sewqî Edliyeya Anatoliyayê ya li Kartalê kirin. Ciwanên bi kelemçeyên bi pişt ve hatine sekinandin û kirariyên wan yên îfadeyê hatine temamkirin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. 4 ciwan bi hinceta “berxwedana li dijî polîsan”hatin girtin.

Yek ji ciwanan şandin Girtîgeha Jinan Bakirkoyê yên din jî şandin Girtîgeha Maltepeyê.