Ciwanên binçavkirî li edliyeyê ji pişt ve destkelemçekirî tên sekinandin

  • ciwan
  • 14:21 19 Gulan 2024
  • |
img

STENBOL - Ciwanên ku li Kadikoyê bi tundiya polîsan hatin binçavkrin, li Edliyeya Anadoluyê ji pişt ve hatine kelemçekirin û bi vî awayî tên sekinandin. 

Rêxistinên ciwanan ji bo bîranîna pêşengên şoreşger ên di meha gulanê de jiyana xwe ji des dane Îbrahîm Kaypakkaya, Hakî Karer, Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmut Zengîn û Necmî Oner, duh li pêşiya Operaya Sureyyayê çalakî li dar xistin. Polîsan êrişî ciwanan kirin û 20 jê binçav kirin. 
 
Ciwanên ku di wesayîta binçavkirinê de bi saetan ji pişt ve kelemçekirî hatin ragirtin, rastî êrişa fîzîkî ya polîsan hatin. Hat zanîn ku dema ciwan ji bo kontrola tenduristiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Bayrampaşayê jî di rê de rastî êrişa fîzîkî hatine û tiliya kesekî derizî ye.   
 
SEWQÎ EDLIYEYÊ HATIN KIRIN
 
Ji 20 ciwanên birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê ya li Fatîhê 17 jê piştî îfadeyê di nîvşevê de hatin berdan û 4 jî sewqî edliyeyê hatin kirin. Di serê sibehê de jî ciwan anîn Edliyeya Anadoluyê. Hat zanîn ku ciwan li vê derê ji pişt ve kelemçekirî tên sekinandin. 
 
OHD’Ê DAXUYANÎ DA
 
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal daxuyanî da û ev agahî parve kir: “Destên miwekîlên me yên sewqî edliyeyê hatine kirin ji pişt ve kelemçekirî ne. Ev îşkence ye. Tevî îtîrazên me jî kelemçe nehatin derxistin. Hêzên ewlekariyê sûc dikin.”