Tûrnûvaya Futbolê ya Gulistan Dokû dest pê dike: Armanc 100 tîm

  • ciwan
  • 09:02 12 Gulan 2024
  • |
img

ŞIRNEX- Yek ji herêma ku tûrnûvaya Fûtbolê ya ciwanan tê li dar xistin jî herêma Botanê ye. Ciwanên Botanê ku eleqeyeke mezin nişanî tûrnûvayê didin armanc dikin ku hejmara tîmên ku îsal bilîzin bikin 100.

Tûrnûvaya futbolê ya ku her sal ji aliyê Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve tê lidarxistin, wê îsal jî li ser navê xwendekara zanîngehê Gulistan Dokû ku di 5'ê Çileya 2020'an de li Dêrsimê winda bû û aqûbeta wê hê jî ne diyar e, bê lidarxistin. Yek ji bajarê ku tûrnûvaya ciwanan bê li dar xistin jî navçeya Silopiyayê ya Şirnexê ye. Tûrnûvaya ku 5 sal in di bin banê şaredariya Silopiyayê de li ser navê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê tê li dar xistin îsal jî, wê ciwan bi dirûşmeya "ciwan li qadê ne" dakevin qadê. Serlêdanên tûrnûvayê 30'yê Nîsanê dest pê kirin û dê heta 21'ê gulanê bidomin. Armanca ciwanên Botanê ew e ku 100 tîmên fûtbolê derxînin qadê. Tûrnûvaya Fûtbolê dê li tesîsa werzîşê ya Şaredariya Silopiyayê bê li dar xistin. Endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Delîl Ûrek der barê naveroka tûrnûvaya Futbolê ya Botanê de agahî dan. 
 
Endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Delîl Ûrek
 
'CIWAN BI TENÊ HATIN HIŞTIN'
 
Ûrek bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ê li ser ciwanên Botanê û da zanîn ku di van 10 salên dawî de li herêmê li ser ciwanan polîtîkayên şer ê taybet zêde bûne û wiha axivî: "Pergal li ser herêma Botanê bi taybetî li ser ciwanan polîtîkayeke taybet dide meşandin. Vê herêmê gelek taybet digire dest. Ji ber wê jî bi awayekî domdarî her tim êrişî ziman, çand û nasnameya kurdî dike. Ev polîtîkayên xwe yên şer ê taybet jî di ser qeyûman re bi rê ve dibin. Bi tayinkirina qeyûman gelek qad hatin tengkirin û ciwanan nasnameya wan xwe dûr xistin. Bi her derfetên dewletê ev şer dan meşandin. Di van 10 salan de ciwan tenê hatin hiştin. Ciwan ji ber ku bêkar man berê xwe dan metrepolên Tirkiyeyê. Gelek ji van di rêyan de qeza kirin û jiyana xwe ji dest dan. Ciwan nikarin debara xwe bikin. Li vir sînor heye lê ji xeynî pergalê kesek jê sûd nagire. Ciwanên ku vala man jî sewqî bikaranîna tiryakê kirin. Ciwan bêhêvî hatin hiştin. Pergal ciwanan ji nasnameya wan dûr dixe. Alternatîfa pergalê ya ji ciwanan re jî bikaranîna tiryakê ye."
 
'ARMANC EW E KU HEJMARA TÎMÊN FUTBOLÊ BIKIN SED TÎM'
 
Delîl Ûrek anî ziman ku îsal armanca wan ew e ku ew hejmara tîmên fûtbolê yê ku bilîzîn bikin 100 û bang li ciwanan kir ku xwedî li tûrnûvayê derkevin û got: "Armanca tûrnûvayê ya sereke ew e ku ciwanan ji van polîtîkayên dewletê dûr bixe. Em ê nehêlin ku tenê yek ciwan jî bikeve wê rêya ku li wan tê ferzkirin. Em ê di vê qadê hişmendiya kurd û çanda kurd bidin rûniştandin. Serlêdanên me yê tûrnûvayê  di 30'ê nîsanê de destpêkirin. Heta 15'ê mehê em ê serlêdanan bigirin. Em ê 21'ê mehê jî maça xwe ya destpêkê bilîzin. Sal bi sal hejmara tîmên futbolê yê serî li turnuvaya me didin zêdetir dibin. Par 74 tîmên futbolê serî li me dan. Îsal jî armanca me ew e ku em vê hejmara tîmên ku bilîzin bikin 100.Armanca me ne tenê ew e ku em bên fûtbolê bilîzin û biçin malê. Armanca me ew e ku em bi vê xebatê ciwanan ji polîtîkayên ku li ser wan tên meşandin de agahdar bikin û ciwan bi hevre seatên xweş derbas bikin. Piştî tûrnûvayê jî em bi ciwanan re têkiliya xwe didomînin. Banga min ji ciwanên Botanê re heye ku bên serlêdan bikin û xwedî li tûrnûvayê derkevin. Em ji her navçeyeke Botanê re benda tîmên xwe yên fûtbolê ne."