KOCAELÎ - Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk a Kocaeliyê bi armanca balê bikişîne ser talana xwezayê ya li Cûdî û Akbelenê, çalakiyeke şermezarkirinê ya bi pankart li dar xist.
Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk a Kocaeliyê bi armanca birîna daran a li Akbelena Mûglayê û şewata daristanan a li Çiyayê Cûdî yê Şirnexê şermezar bikin li ser Rêya Meşê ya Îzmîtê pankartek daliqand.
Ciwanan bi pankarta “Dema hûn hêj dikarin lê binêrin li van daran binêrin. Akbelen û Cûdî tune dibin” bal kişandin ser talana xwezayê û peyama hestiyariyê dan.