Ciwanan bang kir: Çiyayê Cûdî dişewite deng bidin

  • ciwan
  • 20:57 28 Tîrmeh 2023
  • |
img
RIHA - Ciwanên ku şewitandina daristanên li Cûdiyê bi meşekê şermezar kirin, gotin: "Gelê kurd şiyar be, Cûdî dişewite." 
 
Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê, şewitandina daristanên li Çiyayê Cûdiyê bi meşekê şermezar kirin. Meş li Taxa Baglarbaşi ya navçeya navendî ya Eyyubiye ya Rihayê hat lidarxistin. Ciwanan di meşê de pankarta "Çiyayê Cûdî dişewitînin deng bidin" vekirin. 
 
Endama Meclisa Ciwanan a HDP'ê ya Rihayê Senem Erîş ku di meşê de axivî diyar kir ku bi salan e li dijî xwezaya Kurdistanê şerek heye û got: "Îro jî dijmiatiya xwe bişewitandina Cûdiyê didomînin, mudaxileyî şewatê nakin û bi ser d ejî welatiyên ku dixwaze agir bitefînina steng dikin." Erîşê bilêv kir ku desthilata AKP-MHP'ê dixwaze erdnîgariya Kurdistanê ji mirovan xalî bike.
 
Piştî daxuyaniyê ciwanan dirûşmeyên "Çiyayê Cudî dişewite" û "Gelê kurd şiyar be, Cûdî dişewite."berz kirin. 
 
Welatiyên li derdorê jî bi çepikan piştgirî dan çalakiya ciwanan.