Meclisa Ciwanan a HDP’ê bi rojeva hilbijartinê dicive

  • ciwan
  • 16:14 5 Nîsan 2023
  • |
img
ENQERE - Meclisa Ciwanan a HDP’ê wê sibê bi rojeva hilbijartinê bicive û nexşerêya xwe aşkere bike. 
 
Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) wê sibê bi rojeva ewlehiya hilbijartinê û kampanyaya dê di hilbijartinên di 14’ê gulanê de bimeşînin li Navenda Giştî ya partiya xwe ya li Enqereyê bicivin. Di civîna ku wê Meclisa Ciwanan a Partiya Çep a Kesk jî beşdar be de wê bajarên di çarçoveya hilbijartinê ku dê hevdîtinên ciwanan lê werin lidarxistin bên diyarkirin.