Konferansa Meclisa Ciwanên HDP’ê ya Îzmîrê: Dê têkoşîna li dijî şerê taybet berfireh bibe

  • ciwan
  • 16:05 17 Kanûn 2022
  • |
img
 
ÎZMÎR - Berdevka Meclisa Ciwanan a HDP’ê Dersim Dag di konferansa a Îzmîrê de axivî û got dê ciwan li dijî şerê taybet têkoşîna xwe berfirehtir bikin. 
 
Meclisa Ciwanan a HDP’a Îzmîrê bi dirûşma “Bi ciwanên rêxistinkirî re ber bi azadiyê ve” Konferansa xwe ya Asayî ya 3’yemîn li avahiya HDP’ê Îzmîrê li dar xist. Li eywanê pankartên wek “Kedkar û ciwan bi hev re dimeşin wê kapîtalîzmê têk bibin” û “Em dimeşin azadiyê” daliqandin. Gelek ciwan, dayika Denîz Poyraz, Fehîm Poyraz tev li konferansê bûn. Konferansê bi hilbijartina dîwan û rêzgirtinê dest pê kir. Sînevîzyona xebat û têkoşîna ciwanan hat nîşandan. Ciwanan dirûşmên wek “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana serok” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. 
 
Fehîme Poyraz axivî û bal kişand ser berxwedana girtiyan û got ciwan jî pêşengiya têkoşîn û berxwedana gelê Kurdistanê dikin. 
 
ŞERTÊ TAYBET 
 
Berdevka Meclisa Ciwanan a HDP’ê û Parlamentera Amedê Dersim Dag bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ku li ser ciwanên gelê kurd tê meşandin û got: “Bi tiryakê ciwanên gelê kurd tên jehrîkirin û wan ji çanda wan dûr dixin. Hê çend berê ciwanek kurd li Îzmîrê ji aliyê firoşkarê tiryakê ve hat kuştin. Tenê ne polîtîkaya tiryakê heye. Kuştina Denîz Poyraz jî parçeyek şerê taybet bû. Dixwazin bi qetlîam, sirgûn, binçavkirin û girtinan kurdan ji têkoşîna wan dûr bixin. Lê wek dayika Fehîme got, ‘Denîzek here wê bi hezaran Denîz werin’. Têkoşîna kurdan bi polîtîkaya şerê taybet nayê tepisandin.” 
 
TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TECRÎDÊ
 
Dag bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî û got: “Ciwan wê tecrîda li ser Abdullah Ocalan û polîtîkaya şerê taybet têk bibe û têkoşîna li dijî vê berfirehtir bikin. Ez hêvî dikim ku wê konferans bibe wesîleya têkoşîn û berxwedanek mezin.”  
 
Piştî axaftina Dag, konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.