Endamên Meclisa Ciwanan a HDP'ê: Em ê tecrîdê bişikînin

  • ciwan
  • 09:06 13 Kanûn 2022
  • |
img

RIHA - Endamên Meclisa Ciwanan a HDP'ê anîn ziman ku di warê şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de bibiryar in û wiha got: "Çawa ku me li dijî hemû blokên faşîst pêşengtiya berxwedanê kiriye, em ê di warê şikandina tecrîdê de jî pêşengtiyê bikin." 

 
Ji 25'ê adara 2021'ê ve xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin nayê girtin. Endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku dibêje "Em ê pêşengtiya şikandina tecrîdê bikin" ji bo rêxistinbûyînê bang li ciwanan kirin. 
 
'EM Ê PÊŞENGTIYÊ BIKIN'
 
Endamê Meclisa Ciwanan a Dîlokê Muslum Şahînsoy, diyar kir ku tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan, di şexsê wî de sîrayetî tevahiya civakê kiriye û wiha got: "Em bi awayekî eşkere dibînin ku bê ev tecrîd bandoreke çawa li siyaseta welêt û Rojhilata Navîn dike. Em ciwan, em ê bibin hêza herî mezin a ji bo şikandina vê tecrîdê. Ji bo vê jî em ê rêxistinkirina xwe û hêza xwe xurt bikin. Piştî ku me hêza xwe û rêxistinkirina xwe xurt kir, çawa ku me li dijî hemû blokên faşîst pêşengtiya berxwedanê kiriye, em ê di warê şikandina tecrîdê de jî pêşengtiyê bikin."  
 
'TECRÎD BIŞIKÊ DÊ ARAMÎ ZÊDE BIBE'
 
Şahînsoy diyar kir ku tecrîdê civakê ber bi korerêyekê ve biriye û wiha axivî: "Gava tecrîda li ser Abdullah Ocalan tê şikandin, em dibînin ku aramiya li welêt jî zêde dibe. Lewma divê ev tecrîd bê rakirin. Tenê gotineke Abdullah Ocalan dikare aramiyê bîne vî welatî. Em ê jî li ser vî esasî xebatên xwe û rêxistinbûyîna xwe bidomînin. Demildest divê tecrîda li ser birêz Ocalan bi dawî bibe. Ji bo şikandina tecrîdê em ê têkoşîna xwe bilind bikin." 
 
ÇARESERKIRINA KRÎZÊ...
 
Têkildarî mijarê endamê Meclisa Ciwanan a HDP'a Rihayê Ferîdûn Çelîk jî bal kişand ser rûxîneriya polîtîkayên desthilata heyî û got ku ji ber polîtîkayên şer krîza aborî jî bûye sedema rûxandineke din. Çelîk wiha axivî: "Çawa ku li seranserê welêt krîza aborî heye, bandora vê li ser ciwanan jî heye. Ev hem di warê aborî hem di warê civakî û hem jî di warê Kurdistan û Tirkiyeyê de çareser bibe. Ev tecrîd divê bê şikandin." 
 
TÊKOŞÎN
 
Endama Meclisa Ciwanan a Rihayê Hatîce Kubra Goktepe jî destnîşan kir ku tecrîd sûcê li hemberî mirovahiyê ye û wiha bi dawî kir: "Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan li ser tevahiya gelan tê ferzkirin. Zilm e ku girtiyek 20 mehan nikaribe hevdîtinê bi malbata xwe û parêzerên xwe re bike. Weke jinên ciwan em li dijî vê zilmê têdikoşin." 
 
MA / Mujdat Can