Derbarê endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Bûdak de doz hat vekirin

  • ciwan
  • 09:02 25 Tebax 2022
  • |
img
AMED - Di çarçoveya îfadeya şahid Kezîban Kûdayê de bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" derbarê Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Çekdar Bûdak de doz hat vekirin.
 
Di çarçoveya îfadeya şahida eşkere Kezîban Kûdayê de ku sûd ji Qanûna Poşmaniyê wergirtiye, di 20'ê Gulanê de di lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de ya derbarê endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û endamên Meclîsa Partiyê ya HDP’ê de, 10 kes hatibûn girtin. Ji van kesan derbarê Çekdar Bûdak de îdianame hat amadekirin û di îdianameyê de tê xwestin ku heya 15 salan ceza li Bûdak bê birîn. 
 
ÎFADEYA ŞAHIDÊ VEŞARTÎ
 
Di îdianameyê de hatiye diyarkirin ku lêpirsîn di çarçoveya îfadeyên Kezîban Kûdayê de hatiye destpêkirin û li ser van gotinên Kûdayê hatiye sekinandin: “Dema ku ez li Amedê bûm kesên ku wekî kadro dixebitîn û min ew nas dikirin ev in; kesê bi navê Çekdar, li seranserê Tirkiyeyê li vaahiyên HDP'ê û DBP'ê yên bajêr û navçeyan perwerdehiya bîrdozî ya rêxistinî dide. Di destpêka payîza 2020'an de li avahiya DBP'ê ya Amedê di bin navê atolyeyê de perwerdeya rêxistinî ya bîrdozî da."
 
Di îdianameyê de hatiye diyarkirin ku dema ku Kûdayê behs dike, li gor qeydên HTS'ê Bûdak wê demê li Taxa Şeyh Şamîl a navçeya navendî Rezanê bûye. 
 
Di îdianameyê de ku hatiye diyarkirin di lêgerîna li mala Bûdak de 2 pirtûkên qedexe hatine dîtin. Ev pirtûk û dozeke ku Bûdak di sala 2017'an de beraet kiriye û lêpirsîneke ku di 29'ê Adara 2022'yan de biryara neşopandinê hatiye dadayîn wekî sûc hatine hesibandin.
 
Di îdianameyê de Bûdak wekî endamê rêxistinê hatiye derpêşkirin. 
 
15 SAL CEZA
 
Îdianameya ku tê de tê xwestin ji 7 sal û 6 mehan heya 15 salan ceza li Bûdak bê birîn, ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 8'an a Amedê ve hat qebûlkirin û danişîna ewil dê di 17'ê Mijdarê de bê lidarxistin.