Armanca ewil a ciwanan şikandina tecrîdê ye

  • ciwan
  • 09:03 28 Çile 2022
  • |
img

AMED - Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Umît Akbiyik, diyar kir ku bi kongreya ku li dar xistin careke din ruhê têkoşînê dane der û got: "Armanca ewil a ciwanan, şikandina polîtîkaya tecrîdê ye." 

Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di 26'ê Kanûna 2021'ê de bi beşdarbûna bi hezaran li Amedê 3'yemîn Kongreya Asayî li dar xist. Piştî kongreyê nexşerêya meclîsê hêdî hêdî zelal dibe. Meclîs ji xwe re kiriye armanc ku bi taybetî li bajarên herêmê ciwanên ketine nav nahpikên sîxurtî, fuhûş û tiryakê birêxistin bike û wan daxilî nav xebatan bike. Her wiha xebatên xwe yên di çarçoveya kampanyaya "Em tiryakê ji holê rakin, jiyana nû ava bikin" de jî lezandin û bi taybetî hewl dide ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ya li girtîgehan belav bûye bişikîne. 
 
Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Umît Akbiyik, atmosfera kongreyê, polîtîkayên li hemberî ciwanan û xebatên meclîsê nirxandin. 
 
ÎQTIDAR CIWANAN HEDEF DIGIRE
 
Akbiyik, destnîşan kir ku îqtidar her tim ji bo ciwanan têxin bin kontrola xwe polîtîkayên cur bi cur çêdikin û îqtidara AKP-MHP'ê jî bi taybetî berê xwe daye ciwanên herêmê. Akbiyik, bilêv kir ku armanca îqtidarê ew e ku ciwanên bêrêxistinkirî, nezan, bişavtî, dejenerebûyî û dûrî rastiya nasname û civaka xwe biafirîne. 
 
Akbiyik, anî ziman ku ji ber ku li dijî van polîtîkayan têdikoşin, tim dibin hedefa îqtidarê. 
 
KONGRE BERSIVA WAN DA
 
Akbiyik, destnîşan kir ku tu carî dev ji têkoşîna li dijî êrişên bi salan e didomin bernedane û di dema van êrişan de li Amedê kongreyek li dar xistine û got: "Rejîmên faşîst baş dizanin ku bê ciwan xwedî hêzeke çawa ne. Kongreya me jî bersiveke van polîtîkayên çavtirsandinê bû. Bersivek bû li hemberî binçavkirin, girtin û zextan. Di kongreyê de ciwan xwedî li helwesta xwe ya polîtîk, nasnameya xwe û ruhê têkoşînê derketin. Ev nîşaneya hêviyê ye." 
 
RUHÊ BERXWEDANÊ
 
Akbiyik, anî ziman ku baş hay ji krîza siyasî, civakî, aborî û eskerî ya îqtidarê hene û got: "Lê cardin berê xwe dide civakê. Yên van zextan bişikînin û li dijî îqtidara faşîst jiyaneke alternatîf ava bikin ciwan in. Armanca kongreya me ya bi dirûşmeya 'Dem dema ciwanan e', ew bû ku ciwan li dijî van êriş û zextan helwesta xwe ya berxwedêr nîşan bide. Bi hezran polîs hatibûn, lê cardin jî ciwan bi coşeke mezin xwedî li kongreyê derketin. Ev armanceke kongreyê bû. Bersivek bû li hemberî gotina îqtidarê ku ji bo HDP'ê gotibû 'partiyeke haltêdemayî'. Halbûkî ew coşa li hêwanê, nîşan da ku hal di pergalê de nemaye. Her wiha nexşeya têkoşînê ya dema bê jî da der." 
 
HELWESTA LI DIJ TECRÎDÊ
 
Akbiyik, bibîr xist ku bi hezarn ciwanan bi dirûşmeyên xwe yên li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan peyameke zelal dan û got: "Helwesta ciwanan a li dijî tecrîdê zelal bû. Ji niha û pê ve jî dê armanca ewil a ciwanan şikandina tecrîda li Îmraliyê û ya li civakê tê ferzkirin be. Dê bi şikandina vê tecrîdê re li Tirkiye û Kurdistanê jiyaneke demokratîk rû bide." 
 
KAMPANYAYA DIJÎ TIRYAKÊ
 
Akbiyik, bal kişand ser kampanyaya wan a li dijî tiryakê jî. Akbiyik, bilêv kir ku kongre hem ji bo pêvajoya kampanyayê hem jî ji bo ciwanan bûye cihê hêviyê û got: "Em hewl didin li hemû bajaran li dijî polîtîkayên dejenerebûnê qadên alternatîf biafirînin. Em ê di çaçroveya vê kampanyayê de ciwanan bînin cem hev du. Kongreya me ya ciwanan bû hêvî ji bo civakê. Em ê vî ruhî di xebatên xwe de jî bidin der."