Rêxistinên ciwanan li dijî zextan banga têkoşînê kirin

  • ciwan
  • 16:15 6 Kanûn 2021
  • |
img
ENQERE - Rêxistinên cîwanan, li dijî zextên revandin û desteserkirinê daxuyaniya "Van pêkanînên ku bi zêdebûn berdewam dikin wê me ji têkoşîna me nekin" dan.
 
Hêzên Şoreşger ên Ciwanan (Dev-Hêz), Komeleyên Ciwanên Şoreşger (DGD), KARALA, Ciwanên Demokratîk ên Nû (YDG) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), derbarê zextên revandin û desteserkirina polisan de li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqerê civîneke hevpar a çapameniyê li dar xistin. Li eywana civîn lê hat dayîn pankarta "Zext, gef û tacîz nikarin bi me, ciwan dev ji têkoşînê bernadin" hat daleqandin. 
 
Li ser navê ciwanan xwendekarê zanîngehê Semîh Erdem Çankaya axivî û diyar kir ku faşîzm ji bo ku hê bêtir zextê li hêzên birêxistinkîrî bike û qadên meşrû yên têkoşînê bike kontrola xwe êrişan pek tîne û ev tişt got: "Van pêkanînên ku bi zêdebûn berdewam dikin wê me ji têkoşîna me nekin."
 
SÛCÊ MIROVAHIYÊ
 
Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Enqerê Sevîl Tûrgût jî axivî û diyar kir ku revandin, desteserkirina mirovan û ferzkirina sîxurtiyê sûcê li dijî mirovahiyê ye.