Lîstika kurdî 'bêyî hincet' qedexe kirin

  • ciwan
  • 11:31 14 Mijdar 2021
  • |
img
STENBOL - Lîstika stand up “Dawiya Dawî” ya Meclisa Cîwanan a HDP'ê, ji aliyê Qaymeqamiya Fatîhê ve bêyî tu hincet bê nîşandan hat qedexekirin. 
 
Meclisa Cîwanan a HDP'ê ya Stenbolê, di çarçoveya kampanya "Em Tiryakê Bişikînin û Jiyana Nû Ava Bikin" de xwest li Dika Hunerên Nîşandana Avê ya li navçeya Fatîhê ya Stenbolê lîstika stand up “Dawiya Dawî” nîşan bide. Lîstik ji aliyê Qaymeqamiya Fatîhê ve bêyî ku tu hincet bê nîşandan hat qedexekirin.
 
Piştî qedexeyê cîwanên HDP'î, ragihandin ku wê lîstikê li avahiya Bagcilar a HDP'ê nîşan bidin.