‘Em destûr nadin ku tiryak belav bibe’

  • ciwan
  • 10:43 30 Cotmeh 2021
  • |
img

ŞIRNEX - Endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê diyar kirin ku bi taybetî li Bakurê Kurdistanê tiryek hatiye asayîkirin û bi lêv kirin ku wê destûrê nedin ku tiryak belav bibe. 

Di salên dawî de hem li metropolên Tirkiyeyê hem jî li Bakurê Kurdistanê bikaranîn û firotina tiryakê her ku diçe zêde dibe. Endamên Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li dijî tiryaka ku bi taybetî di nava ciwanên ku beşa dînamîk a civakê ne de gelekî tê bikaranîn, hin kampanyayan dimeşînin. Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ji bo balê bikşînin ser zêdebûna bikaranîna tiryakê û ji bo gel agahdar bikin di meha îlonê de bi dirûşmeya “Em tiryakê têk bibin, jiyana azad ava bikin” kampanyayek dabûn destpêkirin. Ciwanên HDP’î ji xeynî kampanyayan bi bernameyên weke panel û tûrnûvayên sporê jî li dijî tiryakê têkoşîna xwe didomînin. 
 
RÊBAZÊN ŞERÊ QIRÊJ
 
Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Serhat Yirdan ku xebatên xwe nirxand, diyar kir ku tiryak ferzkirina pergalê ye û bi lêv kir ku bikaranîna tiryakê hem li Tirkiyeyê hem jî li bajarên Bakurê Kurdistanê tê “asayîkirin” û ji vê yekê jî herî zêde ciwan zirarê dibînin. Yirdan, da zanîn ku bi tiryak kêşiyê dixwazin civakekê ji holê rakin û wiha got: “Dema em li metropolan dinêrin li cihên ku nifûsa kurdan lê zedeye bikaranîna tiryakê zêdetir e. Lê dewleta ku agahiya wê ji çûka ber deriyê me re diçe dibe, ji van tiryak firoş û kesên bikar tînin nîne. Weke ku haya wê jê nîne nêzîk dibe. Em vê dizanin. Vê yekê bizanebûn li ciwanan ferz dikin. Ji ber ku ji ciwanan ditirsin. Ciwan pêşengên gel û civakê ne. Hemû pergalên ku zirarê bidin ciwanan xistine meriyetê. Rêbazên şer ên herî qirêj gerek li Tirkiyeyê gerek jî li Bakurê Kurdistanê li ser ciwanên kurd tên pêkanîn. Li dijî van hemû pêkanînan divê ciwan, ji bo civakê hişyar û bi rêxistin bin.” Yirdan, anî ziman ku revîna ji lîstikên pergalê têre nake û bi lêv kir ku divê ciwan li dijî tiryakkêşiyê bêdeng nemînin.
 
DESTNÎŞANKIRINA TÊKOŞÎNÊ 
 
Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Mehmet Gultekîn (26) jî diyar kir ku ji bo belavbûyîna tiryakê asteng bikin divê têkoşîneke mezin were dayîn û wiha got: “Dema yek dest bi bikaranîna tiryakê dike, dibêjin ji xwe ev ketiye rêya wî diyar e. Ciwan hewl didin di tiryakê de teseliyê bibînin. Ciwan ne di ferqê de ne ku wê ev tiryak sibê du sibe zirareke cidî bide wî.”
 
‘KEKÊ MIN JÎ TIRYAKKÊŞ BÛ’
 
Gultekîn, da zanîn ku demekê keke wî jî tiryakkêş bû û ew pêvajo wiha vegot: “Me weke malbat pêvajoyeke zor derbas kir. Dema kekê min her ku diçû serşok an daşirê me ew ji ser hişê xwe çûyî didît. Ji bo ku tiryakê bi dest bixe carna dikarî diziyê jî bike an jî tiştên malê yên bi nirx dizî. Ji bo ku wê tiryakê bibîne bi awayekî can bexşane çi pêwîst bibûya dikir. Em her tim bi tirs dijiyan. Dema ez dixebitîm yekê telefon li min dikir digot ‘kekê te niha ji ser hişê xwe çûye’. Mecbûr em radibûn diçûn. Li malê pirsgirêk derdiketin. Piştî tiştên qewimîn ji bo ku were girtin me ew giliyê polîsan kir. Ji ber ku me girtîgeh weke çare dît. Dawiyê kete girtîgehê jî. 7 sal û nîvan ceza girt. Dema ket girtîgehê tedawî bû. Piştî ku li derdora wî kes tune bû tiryakê bide, dest jê berda.”
 
‘DIVÊ EM BERPIRSYARTIYÊ BIGIRIN’
 
Gultekîn, destnîşan kir ku divê bi hişmendiya “Tenê tayekî paqij jî li por bimîne divê ji bo wê têkoşîn bê dayîn” û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dibe ku mirov bikevin nava çirava tiryakê lê ev nayê wê wateyê ku ew ê dest jê bernede. Di vir de berpirsyartiya herî mezin dikeve ser milê malbatan lê divê em weke civak jî berpirsyartiyê bigirin. Divê em destê xwe dirêjî wan kesên ku ketine vê rewşê bikin. Em jî bi xebatên xwe destûr nadin ku tiryak belav bibe.”
 
MA / Omer Akın