Li Geverê 2 ciwan bi zorê birin herêma operasyonê

  • ciwan
  • 13:32 30 Tîrmeh 2021
  • |
img
COLEMÊRG - Li Geverê, eskeran 2 ciwan bi zorê birin herêma operasyonê. Parêzerên ji bo ku çarenûsa ciwanan hîn bibin çûn gund, ji aliyê eskeran ve hatin astengkirin.
 
Eskerên li gundikê Mûşan a girêdayî gundê Dergerlî ya navçeya Gever a Colemêrgê derketin operasyonê, 2 ciwanên li gund Davût Seritaş û Abbas bi zorê birin herêma operasyonê. Heya demekê agahî ji her du ciwanan nehat girtin. Li ser vê yekê parêzerên ji bo ku çarenûsa ciwanan hîn bibin çûn gund, ji aliyê eskeran ve hatin astengkirin. Hat diyarkirin ku eskeran her du ciwan piştî bi saetan şûnde dîsa anîne Gever
 
Parêzer Selam Kom, da zanîn ku eskeran berî operasyonê, bi şev saet 03:00’an gundê Mûşan kirin dorpêçê û wiha axivî: “Li gund anonsên operasyon heye hatin kirin. Eskar piştî ku ketin û derketina gund qedexe dikin, 2 ciwanên gund bi zorê li gel xwe dibin operasyonê. Ciwan tevî hemû nerazîbûnên malbatên wan jî tên birin. Ji ber vê rewşê me xwest em bi muwekîlên xwe re hevdîtinê çêbikin. Lê destûr nehat dayîn ku em bikevin gund. Malbat bi fikarin û bi seatan agahî ji zarokên xwe negirtin.”
 
Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê Prz. Yûsûf Çobanoglû jî, diyar kir ku wan xwest biçin gund, lê eskeran destûr nedan wan. Çobanoglû, bal kişand ser rewşa her du ciwanan û wiha got: “Niha em nikarin tu agahiyê bigirin. Lê em rewşê dişopînin. Ev rewşekê dîlgirtinê ye.”
 
PIŞTÎ BI SAETAN NÛ AGAHÎ GIRTIN 
 
Ji ciwanan bavê Davut Reşat Saritaş jî, anî ziman ku eskeran di saetên serê sibê de kurê wî û biraziyê wî birin herêma operasyonê û wiha bertek nîşan da: “Piştî bi saetan me nû karî em agahî ji wan bigirin. Eskeran piştî operasyonê, ciwan birîne Geverê. Em nizanîn gelo çima ciwanên me birin herêma operasyonê. Derbarê vê yekê de heya niha tu agahî ji bo me nehatiye dayîn.”